Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje" 2018-03-03 10:51:37 AMED – Amediyan bertek nîşanî medya Tirkiyeyê ya ku stûyê xwe li ber hikûmetê xwar kiriye da û wiha got: “Em ji çapemeniya ji şer re xizmetê dike qet bawer nakin. Rastiyê vedişêre. Em devoka xwe ya herêmî  ji wan re dibêjin ‘prêze’ neke.”  Şerê Tirkiyeyê bi alîkariya komên OSO li dijî Efrînê da destpêkirin di roja 43’yemîn de didome. Medyaya Tirkiyeyê xwe li gorî dilê hikûmetê dinivisîne û di çarçoveya 15 xalên ku Serokwezîr Binalî Yildirim bi wan re parve kiribû nûçeyên têkildarî Efrînê serwîs dike. Sazî û dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê ji bilî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan agahiyên ji qadê tên nikarin serwîs bikin.    Bikarînîna zimanên medyayê û serwîskirina nûçeyên der barê Efrînê de me ji amediyan pirsî. Amedî difikirin ku medya berdevkiya şer dike rastiya vedişêre û baweriya xwe bi medya şerxwaz naynin. Nêrînên amediyan ên der barê medyayê de wiha ne:    ‘HEBÛNA WAN LI SER MIRINA MIROVAN E’    Ahmet Oyman: "Medya teqez weşangeriyek alîgir dike. Her roj dibêjin 50 kes me kuştiye ner rast e. Qet napirsin kî dimire. Medya şer kûr dike. Hebûna xwe li ser şer didomîne. Li tu deverê cîhanê medyayek wek a tirk tune ye. Em wek gelê Amedê dixwazin ku bila şer bi dawî bibe. Cîhanê sînoran rakiriye, em jî nû ve sînoran çêdikin. Hemin şer heye çima zarokên wezîran kêfa xwe dikin.”    ‘TENÊ EZ LI WEŞANÊN MUXALÎF TEMAŞE DIKIM’    Zekî Aykut: "Medya bi zimanê desthilatê diaxive. Her qenal ji partiyekî re dixebite. Halbûkî erka medyayê ew e ku rastiyê derbixe holê. Lê ez rastiyê nabînim. Ji ber nûçeyên derew êdî em li çapemeniya tirk temaşe nakin. Tenê em li Medya Haber û weşanên wek wê temaşe dikin. Li Tirkiyeyê medya têk çûye.”    ‘BILA MEDYA TIRK JI GEL NÊRÎNA ŞER BIGIRE’    Bedrî Kazar: "Medyaya tirk di her warî de derewan dike. Şerê Efrînê neheqî ye, ka medya vê tîne ziman? Çima kurê Serokomar naçe? Çi ji wê axê dixwazin? Ka gel şer dixwaze? Medyayê şer qet ji gel pirsî?”    ‘LI GORÎ DESTHILATÊ DIAXIVIN’    Adem Nantu: "Medyaya Tirkiyeyê her tim weşangeriya alîgir dike. Em birêkûpêk agahiyan nagirin. Li gorî desthilatdariyê diaxive. Nêrîna me rast nayê serwîskirin. Em nikarin biaxivin. Anîne wê astê ku kes nikare der barê Efrînê de biaxive.”   ‘PRÊZE MEKIN’    Mesut Sabir: "Hemû prêze dikin. Prêze li gorî devoka Amedê yanî derewan mekin. Cîhan hemû bi wan dizane. Hemû delewêriyê dikin. Doza wan vala ye. Li Efrînê têk çûne. Weşanên wan ne zelal in. Polîtîkaya weşana hemûyan wek hev e.”    Leyla Odemîş: “Tişta ku ne li gorî dilê wan e venabêjin. Berê ewqas derewan nedikirin. Pir aşkere derewan dikin.”    ‘EM BAWER NAKIN’    Kadîr Doruk: "Baweriya me bi medyaya tirk nayê. Derewan dikin. Şer xeletî ye. Kurd û tirk û hemû kes li dijî şer in. Hûn niha nikarin medyayek serbixwe û bêalî nîşanî min bidin? Hemû kes rastiyê bi aliyê xwe ve vedikişîne û li gorî xwe derewan dike. Li ser medya civakê 15 weşanên cuda temaşe dikim. Xwe wisa digîhînim rastiyê.”    Haci Işik: "Beriya 7 salan bi Esad re hogir bûn. Lê niha dijmin in. Dê wek bersûcên şer bên darizandin.”    MA / Cîhan Olmez – Devren Toptaş