‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’ 2018-02-22 10:05:34 ENQERE - Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pêşîgirtina Îhmal û Îstîsmarkirina Zarokan Parêzer Hatîce Kaynak bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokan ku zêde bûne nirxand û diyar kir ku ji bo pêşî li îstîsmarê bê girtin divê lêpirsîn, darizandin û parastinek bi çalak hebe.  Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Pêşîgirtina Îhmal û Îstîsmarkirina Zarokan Parêzer Hatîce Kaynak bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokan ku demên dawî de zêde bûne nirxand. Kaynak diyar kir ku di bûyerên îstîsmarê de zêdahî nîne lê ji ber ku bûyer nû derdikevin holê zêde tên xûyakirin.    Kaynak anî ziman ku komeleya wan ji bo pêşî li îstîsmar û xemsariyê bigire xebatê dide meşandin û got: “Em dizanin li cîhan û Tirkiyeyê îstîsmara li dijî zarokan ji sisêyan dido ji aliyê xizmên wan vê pêk tê. Heta îstîsmar ji sedî 85 ji aliyê nêzên wan ve pêk tê. Zarok nikare vê yekê bibijêre û fêmkirina wan jî zor e. Bi taybetî di nav malbatan de çav li vê yekê tê girtin û ev bûyer wiha li pêş dikevin. Komeleya me jî dixwaze van bûyeran derbixe holê.”   ‘DIVÊ ZAROK LI DIJÎ ÎSTÎSMARKIRINÊ BÊN AGAHDARKIRIN’    Kaynak da zanîn ku ew pêşî li bûyerên îstîsmarkirina zarokan digirin û got: “Pêşîgirtina herî girîng ew e ku xebatên pêşîgirtina îstîsmarê bê meşandin. Êdî zarok jî hin tiştan ferq kirine, bertek nîşan didin û dest bi vegotina bûyeran dikin. Divê di mijara îstîsmarkirinê de zarok bên agahdarkirin. Her wiha divê ji zarokan re bê gotin ku xwe ji îstîsmarê biparêzin. Ji bo pêşî li îstîsmarê bê girtin, pêwîstî bi lêpirsîn, darziandin û parastinek bi çalak heye.”   ‘LI TIRKIYEYÊ JI HER 10 KESAN ZAROKEK HATIYE ÎSTÎSMARKIRIN’   Kaynak anî ziman ku li gorî lêkolînên xwendekarên zanîngehên berê kirîn, li  Tirkiyeyê ji her 10 kesan zarokek hatiye îstîsmarkirin û wiha bilêv kir: “Di bûyerên sala 2015’an ên li Tirkiyê de 125 hezar kes rastî îstîsmarê hatine û 11 ji van jî zarokin. Navenda Şopandina Zarokan a Enqerê di lêkolînên xwe yên sala 2016’an de, diyar kir ku hezar û 300 bûyerên îstîsmarê yên zarokan hatin jiyîn. Gel malbatên zarokên wan rastî îstîsmarê tên bûrê eşkere nakin. Ji ber vê yekê bi demê rê ew zarok xwe sûcdar dibîne. Dûre pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê.”   ‘XESANDIN TENÊ NE ÇARESERIYE’    Kaynak di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di van rojan de desthilatdarî mijarên weke darvekirin û xesandinê dixwe rojevê. Her ku di civakê de hêrs mezin dibe, gotinên weke dervekirin û xesandinê derdixin holê.  Lê ev ne çareserîne. Her tim ceza zêde bûn, lê îstîsmar qet kêm nebû. Ceza kirin bi tena serê xwe ne çareseriye. Divê asta zanebûnê bê mezin kirin. Dadgeh cezayên giran didin, lê ev têrê nakin. Bêguman zarok tên îstîsmar kirin bêyî haya kesekê jê çêbe.”   ‘GOTINÊN WAN DUALÎNE’    Kaynak destnîşan kir ku di civakên girtî de îstîsmar hîn zêdetire û wiha domand: “Rolên zayendî hatine cûda kirin. Ev di civakan de pirsan ava dikin. Gava hat gotin zarokên 9 salî dikarin bi zewicin, wê demê zarokên 9 salî mîna jinan tên dîtin. Gotinên wiha cesaretê didin îstîsmarkaran. Li aliyê din jî dibêjin ev sûce divê bê ceza kirin. Gotinên dualî tim hene. Qanûna xesandinê ma çareseriye? Li gorî min ne çareseriye. Ji ber ku îstîsmara zarokan di mejî de dest pê dike. Dibe ku nekare bi xezandî êrîşek zayendî bike, lê dest dayîna zarokan jî zirarê dide. Xesandin ne çareseriye.”   Kaynak di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo pêşiya îstîsmara  zarokan bê girtin, divê malbat, zarok û civak zana bibin û bên serwext kirin. Hemû komên pîşeyî yên bi zarokan re eleqeder dibin, divê rastiya îstîsmarê ji civakê re vebêjin."    MA / Bêrîvan Altan