Masîgir hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozê li ber xwe didin 2018-02-22 09:06:50 MÊRSÎN - Li Mêrsînê masîgir Zeynel Mîhadîoglu, diyar kir ku tomerîfiroşên masiyan ji wan dikirin, du kat difiroşin welatiyan û got: “Em hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozan li ber xwe didin. Em dixwazin masî li gorî mafê xwe bên firotin.” Li TirkiyeyÊ firotina masiyan derket du qatan. Pîvana masiyên tên komkirin, her sal li gorî sala borî hîn zêde kêmtir dibin. Tabloya di encamê de derdikeve holê, gel giliyê bûhayê giran dikin û masîgir jî diyar dikin ku beramberî keda xwe nagirin.    Masîgir Zeynel Mîhadîoglu yê bi salane li Mêrsînê masîgiriyê dike, diyar kir ku tomerîfiroşên kaseya masiyan bi 50-60 TL’an ji wan dikirin, bi 240 TL2an difiroşin û wiha axivî: “Ji bo ku em keda destên xwe bigirin divê rewşa masiyan bê parastin. Masiyên ku em bi zor û zehmetiyan dikirin, lêçûnên me jê dernakevin. Tenê tomerîfiroş qezenc dikin. Divê ji bo vê yekê standartekê bînin û li gorî buhayê masiyan fiyet bên diyar kirin û firotin.”   ‘EM LI DIJÎ DEYN Û BAHOZÊ LI BER XWE DIDIN’   Mîhadîoglu, bal kişan ser zema sotemeniyê jî û wiha got: “Rojê 400-500 lître sotemenî bi kar tînim. Ev ji bom in qeybeke mezine. Dixwazin bûhayê mazotê kêm bikin. Gava lêçûn û hatinên xwe hesap dikim, tiştek di destên min de namîne. Gava qedexeya nêçîrê rabû, her du mehên destpêkê me karî em deynên xwe bidin. Heya du mehan me deynê xwe da, lê çend mehên me jî bi bahozê re derbas bûn. Divê me û kêştiyên mezin mîna hev negirin dest û li gorî wê qedexeyan pêk bînin. Em keştiyên mezin di demên qedexeyan de diçin ser avên navneteweyî û zirarên xwe pêşwazî dikin. Lê em kêştiyên biçûk, ewqas ne bişansin.”