DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin 2018-02-17 09:35:36 DERSIM - Emlaka Mîllî li navçeya Pilûrê ya Dersimê zeviyên çandiniyê derdixin frotine. Serokê Giştî yê DEDEF'ê Ali Haydar Ben, bertek nîşanî vê yekê da û xwest gelê Dersimê li zeviyên xwe xwedi derkevin.    Lijneya Parastina Mûnzûrê (DEDEF) diyar kir ku Emlaka Mîllî zeviyên çandiniyê yên Navçeya Pilûra Dersimê di 15'ê Sibatê de ji bo firotinê derxistine îhaleyê. Lijneyê anî ziman ku di bin navê razemeniya turizm, perwerde û sewalkariyê de ji bo 49 salan dê tesîs bikin. Zeviyên ku mezinbûna wan 632, 358 û 685 dolim in, dê bi 10 milyon û 125 hezar lira, 2 milyon û 500 hezar û 2 milyon û 740 hezar lîra bifiroşin.    DARBEYA LI DIJÎ ÇANDINIYÊ YE   DEDEF'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ev îhale darbeya li dijî çandî û sewalkariyê ye û wiha got: "Bi vê îhaleyê dixwazin rençberên Pilûrê axa xwe terk bikin û ji çand û nasnameya wê dûr bixin.    Serokê DEDEF'ê Alî Haydar Ben, diyar kir ku zeviyên çandiyê yên Pilûrê di sala 2013’an de derxistin îhaleyê û ji ber kes neketin îhaleyê ji îhaleyê derxistin. Ben, anî ziman ku ji ber zeviyên Pilûrê xwedî bereket û berhem e bala sermayedaran dikişîne û ji ber vê yekê Emlaka Mîllî derxistiye bazara Şîrketên mezin. Ben, da zanîn ku bi vê yekê dixwazin rê li pêş koçberiyê vekin û welatiyan ji çand û nasnameya wan dûr bixin. Ben anî ziman ku polîtîkaya valakirina gundan a salên 1994’an niha ji nûve dixin meriyetê. Ben, bang li hemû welatiyên Pilûrê kir û xwest li çand, ekolojî û zeviyên xwe xwedî derkevin û destûr nedin vê yekê. Ben xwest axa bi bereket ya Pilûrê pêşkêşî holdîng û şîrketên mezin nekin. Ben anî ziman ku wekî DEDEF'ê dê civînên gel pêk bînin û li dijî vê yekê bi gel re tebikoşin.