Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike 2018-02-17 09:30:01 ÎZMÎR – Îbrahîm Yalçin bajar bi bajar digere û li kuçeyan ji bo zarokên pere qezenc dike. Yalçin, bi pirojeya "Li 81 bajarî ji bo zarokan lêxe" civakê serwext dike, piştgiriya aborî dide zarokên kurd û zarokên di şer de mexdûr bûne. Îbrahîm Yalçin armanca wî ew e rûyê zarokên xizan bide kenandin. Biçe kîjan bajarî li kuçeyan muzîkjeniyê dike û ji bo zarokên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xebatê dike. Yalçin wekî hobiyê dest bi muzîkê kir, piştre vediguherîne alîkariya ji bo zarokan. Yalçin beşa Teknîka Înşaetê ya Zanîngeha Turgutluyê ya Manîsanê dixwend, dest ji wê beşê berda, di beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Stenbolê de dest bi xwendinê kir. Yaliç ji Rihayê ye, Berî 4 salan bi Erbaneyê dest bi muzîkê kir, niha bi 6 zimanan stranan dibêje û li kuçeyan muzîkê çê dike.   BI 14 LÎRAYÎ KET RÊ   Yalçin du salan muzîkê wekî hobî dike, piştre li Stenolê di 3 salan di maxzayekê de dixebite. Yalçin da zanîn ku ew ji vê rewşê aciz bûye, hezkirina muzîkê bêhtir di dilê wî de cih bûye û ev tişt got: "Ji bo ku ez zêdetir tev li kapîtalîzmê nebim, min dest ji kar berda. Ez bi 14 lîrayê di bêrîka xwe de ketim rê. Ez bi otobusê li 66 bajaran geriyam. Min destpêkê got ez ê bigerim, muzîka xwe bikim. Ez wisa ketim rê."   ‘ZAROK HÊZÊ DIDIN MIN’   Yalçin anî ziman ku her bajarê ku diçûyê, rastî zarokên xizan dihat û dixwest ji bo zarokan tiştekî bike û wiha pê de çû: "Koçeya ku min lê muzîk çê dikir, pereyê ku dihat min hemû li zarokan belav dikir. Dema min dest bi muzîkê dikir, destpêkê zarokan ez guhdar dikirim. Ji bo wê min herî zêde di nava kuçeyan de li muzîkê dida. Stranên ku zarokan dixwest min lê dida, gelekî kêfxweş dibûn. Zarok hêzê didin min. Li taxan zarokên didin xebatê, yên ji şer revî ne, zarokên dayik û bavên wan mirine, rastî min tên. Cil û pêlavên wan qelişî û cihekî germ tune xwe lê bihewînin. Kê van dibîne xemgîn dibe. Ziman, ol û rengê zarokan tune."   ‘JI BO ZAROKAN LÊ BIDE’   Yalçin destnîşan kir ku her roj li Tirkiyeyê zarok bi tacîz, tecawiz û îstismarê re rû bi rû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber van bûyeran Tirkiye di kategoriya çîna sêyemîn de ye. Heta ji destê min tê ez derûdorê agahdar dikim. Ez dixwazim lingekî vê yê civakî ava bikim. Bi rastî me her dem destekek dixwest. Ez çûm kîşan bajarî mirov bû alîkar lê, ew jî carekî bû. Ji bo berdewama vê bê, min proje bi pêş xist. Projeya 'Li 81 bajarê ji bo zaroka lêxe.' Li 81 bajarî bi carekê de ji bo zarokan stranên ku tên zanîn û nayên zanîn bê lêxistin, dê ji bo zarokên mexdûr, zarokên kurd bibe piştgirî. Min projeyeke wiha daniye pêşiya xwe û ez pêk tînim. Ji bo ew zarok li vî welatî di nava wekheviyê de bijîn, çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo wê dixwazim komeleyekê vekim. Di vê çarçoveyê de bi saziyên civaka sivîl û saziyên demokratîk re hevdîtinan dikim."