Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê... 2018-02-07 10:52:40 EFRÎN - 19 roj e TSK û komên girêdayî OSO'yê êrîşê Efrînê dikin û tekane welatiyê ermenî Harot Kevork aşkera kir ku komkujiya 1915'an a li dijî ermeniyan ji nû ve tê bîra wî û di hişê wî de zindî bû. Êrîşên hewayî û bejahî 19 roj e li dijî Efrînê dewam dike, gel ji hêlekê ve parastina xwe ya cewherî pêk tîne, ji hêlekê ve jî di nava yekitî û piştgiriyê de ye. Welatiyê ermenî yê tenê ew li Efrînê maye, Harot Kevork e. Kevork aşkera kir ku ji nû ve di hişê wî de komujiya 1915'an zindî bû.   BAJAR BI BAJAR DERBAS BÛ!   Ji gelê ermenî tenê Harot Kevork li Efrînê maye. Kevork 61 salî ye, di sala 1915'an de ji komkujiya li dijî ermeniyan rizgar bûye. Destpêkê sirgûnê Ezazê û piştre sirgûnê Halebê kirine. Kevork berî 50 salan hatiye Efrînê, bi karê qedîm ê hesinkariyê re mijûl dibe û ev kar di nava ermeniyan de gelekî zêde ye. 4 zarokên Kevork hene, ji hêlekê ve jî li ser Duryana Vatanî bi lelbûriyekê re mijûl e. Kevork, yek bi yek kargehên li ser kolanê dide nîşan û dostên wî yên ermenî yên ji herêmê çûne, bi bîr tîne.   JI DÎLOKÊ BERBI HALEBÊ VE...   Kevork behsa şerê navxweyî yê rojê destpêkê kir, aşkera kir ku li Helebê gelek ermenî ketine ser rêya koçê û çûne welatên derve. Kevork gotin anî ser êrîşên li dijî Efrînê û got ku serdemek bi ser re derbas bûye, dîsa îro rastî êrîşan tên.   'PIŞTÎ SERDEMEKÊ DÎSA KOMKUJIYÊ EM DÎTIN'    Kevork anî zimqn ku ew ermeniyê Dîlokê ye, di sala 1915'an de sirgûn bûye û wiha pê de çû: "Piştî komkujiyê em çûn Helebê. Piştre em hatin Efrînê. Gelek malbat bi min re bûn. Hemûyan jiyana xwe ji dest da. Yên din jî ji ber şer koçî cihên cuda kirin. Tenê ez li Efrînê mam. Niha me bi hemû gelan re li Efrînê jiyanek ava kir. Em hemû xwedî li bajarê xwe derdikevin. Tirkiye 100 sal e êrîşên xwe dewam dike. Wê demê çawa jin û zarok qetil kirine, îro jî heman tiştî dike. Piştî serdemekê dîsa qirkirin xistin dewrê."   ÊDÎ BES E!   Kevork bang li Tirkiyeyê kir ku êrîşên xwe bi dawîbike û wiha got: "Ma ne bes e we ew qas gel qir kirin? Bajarê ku şer lê neqewimiye Efrîn bû. Êdî bes e. Bes e xwînê birîjînin. Êrîşê mirovan nekin. Li Sûriyeyê cihê ku şer lê nehatibû kirin, ev der bû. Ev bajarê ku bûye warê hewandina mirovan, hûn çima êrîş dikin?"    BI ERMENÎKÎ BANG KIR   Kevork bi ermenîkî bang li raya giştî ya cîhana kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li Tirkiyeyê ji warên xwe sirgûn bûn. Hatin vir, dixwazin me ji vir jî derxin. Em dixwazin ev êrîş û şer bi dawî bibin. Bila her kes me bibihîse. Em bang li tevahiya gelên cîhanê dikin."   MA / Nazim Daştan