Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na 2018-02-03 11:14:29 ENQERE - SKYP'a ku hevgirtiya HDP'ê ye, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kongreya HDP'ê ya di 11'ê Sibatê de tê lidarxistin û ev tişt got: "Emê hemû bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de li Arenaya Enqereyê 3'yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. Hêj amadekariyên kongreyê dewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji Nûve ya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogullari ku ew jî hevgirtiyên HDP'ê ne, nêrînên xwe yên der barê kongreyê de parve kir. Hatîmoglulari destnîşan kir ku hevserokên giştî jî di nav de, 9 wekîlên HDP'ê girtî ne, wekîltiya 6 kesan hatiye xistin, di pêvajoyeke wiha de li darxistina kongreyê "serkevtineke mezin e."   Hatîmogullari, diyar kir ku wekî ku ew her demê dibêjin, "Heke ew qas zext, ew qas operasyonên cidî li dijî AKP'ê pêk bihata, dê AKP li ser piyan nesekiniya. Lê ruxmê ew qas tiştan jî hêj HDP li ser piyan e, dest ji projeya xwe berneda ye."   ‘EMÊ BI HÊZA RÊXISTINKIRINA JINÊ BERSIVÊ BIDIN’   Hatîmogullari destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê li welat "rejîmeke" nû ava dike, AKP nirxên îslamî ji bo berjewendiyên xwe dide xebatê dixwaze civakeke "muhafazakar" ava bike. Hatîmogullari, bal kişand ser şideta li dijî jinê jî û aşkera kir ku heke şideta li dijî jinê, tepisandina muxalefeta civakî ew qas zêde bûne, ev avakirian rejîma tundiyê ye û ev tişt got: "Dema li Tirkiyeyê ev rejîm tê înşakirin, şideta li dijî jinê hêj zêdetir dibe. Zext zêde bûn û jin ji qada cemaweriyê bi lez dûr xistin û di malan de hepis kirin. Serokatiya Karê Diyanetê li ser hev fetwayan der barê jinê de diweşîne. Herî dawî got ku zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin. Bi rastî jî ev şermeke mezin e. Vê civaka muhafazakar dixwazin li ser bedena jinê ava bikin. Emê teqes qebûl nekin, heta dawiyê li dijî vê hişmendiyê têkoşînê bidin. Şideta li dijî ruh û bedena jinê, şideta ji ber koçberiyê û pirsgirêk, di heman demê de em wekî jin emê li dijî encamên ku şer derxistine holê, tê bikoşin."   ‘TIRKIYE BI DAGIRKERIYA EFRÎNÊ RE WEKÎ KU FÎLMA REKLANÊ DIKIŞÎNE’   Hatîmogullari Wiha berdewam kir: "Tirkiye bi israr dagirkeriya Efrînê ji bo xwe wekî meseleya ewlehiya herêmê dide nîşan û vê yekê rewa dike. Ev teqes ne rast û em tev li vê nabin. Dema em li medyaya hewzê mêze dikin, wekî ku reklama şer dikin. Fîlma reklamê bi me didin temaşekirin. Wer dixwêy,ê AKP û Qesir, di siyaseta ku afirandî de tengijî ye, dixwaze bi ketilkirina sivîlên li Efrînê, gelê kurd, ereb û hwd. vê tengasiya xwe derbas bike. Ji bo wê em vê yekê bi zelalî datînin holê. Bila demildest dagirkeriya Efrînê bi dawî bikin."   ‘NE BILA LI EFRÎNÊ MIROV BIMIRIN, NE CENAZE BÊN TIRKIYEYÊ’   Hatîmogullari bertek nîşanê binçavkirina 11 endamên Konseya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) jî da û wiha axivî: "Em piştgiriyê didin danezanê. Em naxwazin ne li Sûriyeyê, ne li Efrînê mirov bimirin. Bila zarokên gelên xizan jiyana xwe ji dest nedin, bil cenazeyê leşkeran jî neyên Tirkiyeyê."   ‘DERDÊ HDP’Ê YÊ AZADÎ Û AŞTIYÊ HEYE’   Hatîmogullari anî ziman ku HDP ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û aştiyê dide, di serdema nû de peywirên girîng dikevin ser milê HDP'ê. Hatîmogullari derbirî ku sedî 50'yê civakê ji AKP'ê aciz e û wiha pê de çû: "Ji ber ku HDP îro li Tirkiyeyê dixwaze bibe dengê gelên bindest, yên li pey heqîqetê dimeşin, jin, ciwan û akademîsyenên ku naxwazin di bin zextên AKP'ê de bijîn. Heta em dikarin vê jî bêjin; heta beşeke ku deng dane AKP'ê jî ji vê yekê acizin. Em dixwazin bibin dengê muxalefetê. Di kongreya 11'ê Sibatê de em dixwazin pêk bînin, em dixwazin bibin nîşan ku em dengê 80 milyonî ne, ji bo derê 80 milyonî fêm bikin û çareseriyan biafirînin, bi taybetî degên muxalîfan zêdetir ragihînin, peywirê bigirin ser milê xwe."   ‘EM BI HEV RE JI REJÎMA YEK ZILAMÎ RE BÊJIN NA’   Hatîmogullari destnîşan kir ku dê di 11'ê Sibatê de li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek berdevk tev li kongreyê bibin, di kongreyê de armanc dikin ku li dijî "rejîma yek zilamî" dengehî bi hêz ê "na" derbixin. Hatîmogullari herî dawî ev tişt got: "Em dixwazin bi berdevkên li welatên cuda tên re, wekî berdevkên qadên berpirsyarî yên li Tirkiyeyê û raste rast welatiyên bi van pirsgirêkan re rû bi rû mane, bi hev re bi coşeke mezin peyama xwe ragihînin û her kesî dawet dikim."   MA / Dîren Yurtsever