Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin! 2018-01-09 09:20:36 ŞIRNEX - Li Cizîrê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin, piştî girtina dibistanên kurdî vê carê jî afîşên bi kurdî yên li ser otobêsn şaredariyê rakirin.  Qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîra Şirnexê hat kirin, tehamulî kurdî nake. Qeyûm herî dawî afîşên bi kurdî yên li ser otobêsên şaredariyê jî rakir. Heman qeyûmê ku di 17'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn tayînî şaredariyê hat kirin, li navçeyê bi dorê dibistanên kurdî Kreşa Nûbihara Biçûkan a Zarkan, dibistanên seretayî yên bi navê Bêrîvan û Melayê Cizîrê girtibûn. Piştî girtina dibistanan, li avahiyên van dibistanan bi tirkî dersên olî tên dayîn û bi erebî qursên Qur'anê hatin vekirin. Bi taybetî perwerdekarên van dibistanên ku şaredarî ew fînanse dikin ji derdora Huda-Par û AKP'ê tên hilbijartin.    BI NAVÊ MALA DENGBÊJAN TIŞTEK NEMA    Tevî van kirinan, qeyûm xebatkrên şaredariyê yên bi kurdî diaxivin jî bi KHK'an da îxrackirin an jî peymana wan fesix kir. Qeyûm lewheyên bi kurdî yên di dema şaredariya DBP'î de li hundurê şaredariyê hatibûn daliqandin jî rakirin û herî dawî wêneyên dengbêjan ên li Mala Dengbêjan a Botanê daliqandî jî rakirin. Tevî vê qeyûm kesên bi kurdî nizanin li Mala Dengbêjan a Botanê kirin peywirdarê malê.    Piştî ku dengbêj hew diçin Mala Dengbêjan, qeyûm hewl da ku asîmlasyonê lezgîntir bike û ji bo vê Komeleya Mûsîkiyê ya Cizîrê ava kir. Li mala dengbêjan a ku dengbêj hew diçinê demekê qeyûm hunermendên herêmî anîn vir û li vir ew bi tirkî perwede kirin û di çalakiyên şaredariyê de ji bo bertek neyên nîşandan van hunermendan kilameke kurdî jî li repertuara xwe bi cih dikirin, lê belê ji ber ku tu eleqe ji bo vê komeleyê çê nebû fealiyetên wê hatin rawestandin.    ZIMANÊ XIZMETÊ TIRKÎ YE   Bi tayînkirina qeyûman re kesên ji metrepolên Tirkiyeyê anîn û li şaredariyê bi cih kirin tim bi gel re bi tirkî diaxivin û ev yek bandorê li zimanê kuçeyê jî dike. Bi taybetî jî 40 zabiteyên kadroyî yên di dema qeyûm de hatin girtin tim bi esnafan re bi tirkî xeber didin. Li nav şaredariyê jî gelek xebatkar ji ber tirsa ku dê ji kar bên avêtin bi kurdî xeber nadin.    AFÎŞÊN BI KURDÎ HATIN RAKIRIN    Herî dawî şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, nivîs û afîşên bi kurdî yên li ser otobêsên nav bajêr ên şaredariyê ku di dema şaredariya DBP'î de hatibûn kirîn rakirin. Di dema DBP'ê de afîş bi kurdî tirkî bûn, lê belê niha tenê bi tirkî ne.