Talîban êrişî xwepêşandêran kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heratê welatiyên ku li dijî binçavkirina jinan xwepêşandan li dar xistin, bi êrişa hêzên Talîbanê re rû bi rû man.

 
Li Heratê ya Efxanistanê ji ber zêdebûna girtina jin û keçan, hin welatiyan li ber parêzgeha Talîbanê xwepêşandanek li dar xistin û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Lêbelê mîna gelek çalakiyên sivîl li Efxanistanê, ev xwepêşandan bi destwerdana tund a hêzên Talîbanê re rû bi rû ma.
 
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku xwepêşandan di derdora saet 4'ê êvarê dest pê kiriye û nêzîkî 30 kes beşdar bûne. Xwepêşanderan derbarê girtina jinan de hewl dane dengê xwe bigihînin rayedaran lê hêzên Talîbanê bi gulebarankirina hewayê û afirandina atmosferek tirsê xwepêşandan belav kirine.
 
Ev bûyer di demekê de tê ku jinên li Efxanistanê ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar dimînin û polîtîkayên sînordar ên Talîbanê berfireh dibin.
 
Li gorî şahidên bûyerê, Talîbanê çend demjimêr berî destpêkirina xwepêşandanan hêz û alavên leşkerî li deverên cuda yên Heratê bi cih kirine. Ev tevger bi bangên ji bo xwepêşandanên li dijî girtina jinan re hevdem bû ku nîgeraniya Talîbanê li ser belavbûna xwepêşandanan nîşan dide.
 
Şahidan diyar kirin ku hebûna çekdar a li bajêr li dijîl xwepêşanderan zext û gefê çêdike.