Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Îsraîlê êrişî Fîloya Sumud a Kûrewî kir û pêwendiyên bi gelek kesên di fîloyê de cih digirin re qut bûye. 

 
Artêşa Îsraîlê, li avên navneteweyî ya Behra Spî mudaxileyî Fîloya Sumudê ya Kûrewî kir ku ji bo alîkariya mirovî bigihîne Xezeyê di berê xwe dabû Filistînê. Maseya Krîzê ya Fîloya Sumudê ya Kûrewî daxuyaniyek da û got: “Li derdora keştiyên li Behra Spî du keştiyên balafirên şer hatin dîtin. Pêwendiyên me yên bi gelek keştiyên artêşa Îsraîlê tacîz dikir re qut bû.”