Li Îranê kesek hat darvekirin
NAVENDA NÛÇEYAN- Emîr Alî Mîrceferî ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanên li Îranê hatibû girtin, hat darvekirin.
Zextên li ser xwepêşanderan û darvekirina wan ji aliyê Îranê ve berdewam dikin. Malpera Mîzanê ku girêdayî daraza Îranê ye, ragihand ku Emîr Alî Mîrceferî piştî ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, îro dane sibê hat darvekirin. Mîzanê ragihand ku Mîrceferî di dema xwepêşandanên li Tehranê de hatiye girtin.
Ji destpêka şerê DYA-Îsraîl û Îranê ve, 7 jê xwepêşander herî kêm 14 kes hatine darvekirin.