NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî, têkildarî hevdîtinên hevdîtinên tê plankirin bi DYA’yê re li Pakistanê bikin axivî û got ku ji bo tûra duyemîn a muzakereyan tu bernameyeke wan nîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî têkildarî hevdîtinên bi DYA’yê re axivî. Bakeyî, di civîna çapemeniyê ya heftane de got: “Niha, di vê dema ku diaxivim de planeke me ya ji bo tûra pêş a danûstandinan an jî di vê mijarê de biryareke me nîne."
Wezareta Karên Derve ya Îranê "binpêkirinên" agirbestê weke hincet nîşan da û di mijara meşandina rêya dîplomatîk de li cidiyeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) pirsî. Bakeyî bi domdarî got: “DYA ku îdîa dike ew dîplomasiyê sereke dibîne û ji danûstandinê re amade ye, di nava helwestên welê de ye ku ne li gorî cidiyeta pêvajoya dîplomatîk e."
Bakeyi destweserkirina keştiya kargo ya Îranî, dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê û derengxistina agirbesta li Lubnanê weke çalakiyên "binpêkirina aşkera ya agirbestê" pênase kir.