SOHR: Di sê mehan de herî kêm 80 zarok û 51 jin hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava sê mehan de li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 80 jê zarok û 51 jin hatine qetilkirin. 

 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve bi kêmanî 80 zarok û 51 jin li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin. SOHR'ê diyar kir ku sedema van kuştinan, teqandina ketober a çekan, teqînên mayîn û bermahiyên şer û êriş in.
 
Li gorî heman çavkaniyê, di Çileyê de 33 jin û 39 zarok ji ber teqandina ketober a çekan, bermahiyên şer, kuştinên ji ber nasnameyên mezhebî, gulebebarankirin, mayîn, bombe û dronên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di Sibatê de 15 jin û 28 zarok hatine kuştin, piranî jî ji ber teqînên bermahiyên şer in. Di Adarê de 3 jin û 13 zarok, ji ber teqînên bermahiyên şer, sûcên edlî û felaketên xwezayî hatine kuştin.