Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin

  • rojane
  • 17:18 12 Hezîran 2019
  • |
img
 
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê daketin qadan û êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê Federe ya Kurdistanê û axa Rojava şermezar kirin. 
 
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, li pêşiya navenda meclisa navçeya Til Hemîsê kom bûn û meşiyan. Bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyê ya li dijî wan meşek li dar xistin. Meşvanan alên QSD`ê, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin. Meşê ji ber meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve dewam kir. Meşvanan  pankartên "Xaka me bi saya şehîdan hatiyê parastin, em ê rê nedin kiryarên dagirkeriya Tirkiyê", "Dê kiryarên tirsonekan der heqê zeviyên me de hêza me zeîf nekin, berovajî vê yekê dê vîna me xurttir bikin", "Zeviyên me dişewitînin, lê nikarin nasnameya me bişewitînin", "Bi rihê serhildana Şêledizê em ê Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" û "Hemû kiryarên dagirker û terorîstan dê nikaribin me dûrî şêniyên welatê me bixin" hildan.  Meş li pêşiya navenda serdozgeriyê veguherî mitîngê. 
 
Girseya li pêş Navenda Serdozgeriyê kom bûn, li ser navê Kongreya Star a şaxê navçeya Til Hemîsê Nibewiyê Hisên axivî û wiha got: "Em dagirkeriya Tikiyê û projeya  guhartina demografîk a li Efrînê şermezar dikin. Dagirkeriya Tikiyê bi plana lêkirina dîwarê parçekirinê û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, dixwaze dagirkeriyê rewa bike. Bûyerên şewatê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, plankirî ne û aboriya niştîmanî dikin armanc. Êrîşî nanê me dikin, em jî ji wan re dibêjin ku kiryarên we vala derdikevin, ji ber ku em gelekî berxwedêr in, hûn ê li ber bê biçin û em ê tu carî xwe radest nekin, em gelekî bi israr in.”
 
Hevserokê Meclisa Til Hemîsê Salih El-Xelef jî wiha got: “Em êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê bi taybet li ser Efrînê şermezar dikin. Komployên navdewletî êdî eşkere bûn, her wiha gelên Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van komployên  ku dagirkeriya Tirkiyê serkêşiyê jê re dike, disekinin. Em gelek in ku me baweriya xwe bi têkoşîn û îmanê aniye, 3 salan em bê dexl û dan man, em ê ji agir û bûyera şewitandinê radest nebin, xaka me xakeke bi xêr û bêr e, heta ku can jî were şewitandin, em ê qet terka xaka xwe nekin."
 
Girsê çalakiya xwe bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" û "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" bi dawî kir.