23 aktivîstên TJA yên li dijî tecrîdê ketin grevê û hatin binçavkirin hatin berdan
Li Wanê jî 14 aktîvîstên TJA hatin berdan

  • rojane
  • 19:12 12 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - 23 aktîvîstên TJA yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 10'ê Kanûnê de li avahiya HDP'ê ya Amedê ketin grevê û di heman rojê de hatin binçavkirin, li dadgehê hatin berdan. Di nava rojê de jî 2 dayik hatibûn berdan. 14 aktîvîstên TJA yên li Wanê jî hatin berdan. 

Li Amedê aktîvîstên TJA’yê bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Amedê di 10’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtibûn û Dayikên Aştiyê jî di nav de 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kiribûn. Çalakgeran di bin çavan de ji çalakiya xwe berdewam kirin. Îro di nava rojê de ji Dayikên Aştiyê Sultan Aksoy û Rahîfe Ergul piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan. 23 aktivîstên TJA jî sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî tenê pirsa "Hûn çima ketin grevê?" ji wan pirsî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya wan guhdar kir bi şertê kontrola edlî serbest berdan. 
 
23 aktîvîstên TJA yên hatin binçavkirin û li dadgehê hatin berdan wiha ne: Bahar Karakaş Ulug, Yildiz Kardeş, Yuksel Almas, Nursel Akbal, Sakine Yakut, Muazzez Altınkaynak, Sevim Çoşkun, Gulistan Ektî,  Fatma Yakoglu, Perihan Karayıl, Makbule Ozbek, Ayhan Ateş, Hasino Guler, Hasret Akay, Hedayet Ay, Rahşan Îz, Remziye Sizici, Muşeher Ulker, Evin Yelboga, Jiyan Taş, Aysel Tufan, Remziye Bayram. 
 
14 AKTÎVÎSTÊN TJA YÊN WANÊ JÎ HATIN BERDAN
 
 
Li Wanê jî polîsan di 11'ê Kanûnê de bi ser avahiya HDP'ê de girtibû û 14 aktîvîstên TJA yên li dijî tecrîdê ketibûn çalakiya greva birçîbûnê binçav kiribûn. 14 aktîvîstên TJA û Meclisa Dayikên Aştiyê li Midûriyeta Polîsan hatin berdan.