Bavê Arat ê duh polîsan ew kuşt: Bi armanca kuştinê gule berdanê

  • rojane
  • 17:48 12 Kanûn 2018
  • |
img
AMED  - Polîsan di 11'ê Kanûnê de li navçeya Erxenî ya Amedê li maşîneyekê gule reşandin û Ajokarê Maşînê Abdullah Arat li cihê bûyerê kuştin. Bave Arat Mehmet Yaşar Arat diyar kir ku polîsan bi armanca kuştinê gule li maşînê reşandin. 
 
Polîsên Tîmên Taybet, di 11'ê Kanûnê de li navçeya Erxenî ya Amedê maşîneyek bi sedema ku li nokteya tîmên tevgera taybet ranewestiya gulebaran kirin. Di bûyerê de ajokarê maşînê Abdullah Arat (25) ku ehliyeta wî tune bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arat yê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê. Di maşîneyê de kesê din ku navê wî nehat zanîn û di êrîşê de birîndar bû, hat binçavkirin. Cenazeyê Arat piştî anîn Saziya Tipa Edlî ya Emdê teslîmî malbatê kirin. Malbatê cenaze birin gundê Killeşê û li gund defin kirin. Piştî bûyerê Abdullah Arat, Mehmet Yaşar Arat, diyar kir ku ew dê der barê polîsê ku kurê wan kuştiye de serlêdana sûc bikin. Arat, anî ziman ku polîs bi armanca kuştinê li kurê wan gule reşandiye û wiha got: "Ji bedena kurê min 4 gule derketin. EM dipirsin, her kesê ku bixwaze bireve hûn dê wan bikujin? Ji maşîneyê tu êrîş pêk nehatiye. Tenê hewl daye bireve. Ger ku têketa pêşiya wan dikarîbû bigirtana. Çima hedef nîşan dan û gule berdan? Çima îfadeya polîs girtin û ew serbest berdan? " 
 
Arat, da zanîn ku piştî sersaxî biqede dê serlêdana sûc bike. 
 
Waliyê Amedê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku polîs gule berdaye lastîkê maşîneyê.