Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir

  • rojane
  • 14:13 18 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED - Parêzerên wekîlên HDP'ê Feleknas Uca û Huda kaya yên ji sucdariya “muxalefeta zagona 2911'an" û “heqaret" li Dadgeha Cezayê Asliye ya Farqînê tên darizandin xwest darizandin bê rawestandin. Lê heyete bi hinceta “guhertina taybet e" daxwaza parêzeran red  kir. 
 
3'emîn danişina doza 10 parlamenterên HDP'ê yên heyetek ava kirin û di 11'ê mijdara 2015’an de piştî li Farqînê qedexe hatin îlankirin çûn Farqînê û doz li wan hat vekirin li Dadgeha Cezayê Asliyê ya Farqînê hat ditin. Li dadgehê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca û Huda Kaya jî di navde 10 HDP parlamenter bi sucdariya “li dijî erkdaran li ber xwe dane", "heqaret li erkdarên cemaweriyê kirine." "Heqaret li serokomar kirine" û "Li dijî xala meş û xwepêandanê ya 2011'an derketine, heta 8 sal û 49 meh ceza tên darizandin. Danişinê îro li Dadgeha Asliye Ceza ya Farqînê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Ya Stenbolê Huda Kaya û parlamenterên HDP'ê yên berê Çağlar Demirel, Altan Tan, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Ali Aslan, Saadet Beceriklî tev li danişînê nebûn. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê yê berê Îdris Baluken ku girtî tê darizandin jî ji ber tenduristiyê bi SEGBİS’ê tev li danişînê nebû. Parêzera parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca û Huda Kaya PRz. Reyhan Yalçındağ Baydemir, di danişîna berê de daxwazên parlamenteran bi daxwaznameyekê pêşkêşî heyetê kiribû. Heyetê piştî dosyaya Uca û Kaya lêkolîn kir, daxwaza parlamenteran a rawestandina darizandinê red kir. Dadgeh bi hinceta "Guhertina taybet" heye daxwaza parlamenteran a rawestandina darizandinê red kir. 
 
‘BIRYAR LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E'
 
Prz. Reyhan Yalçındag bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku ev biryara Dadgeha Asliye Ceza ya der barê muwekilên wê de li dijî qanûna bingehîn e. Yalçindag, anî ziman ku darizandin li gorî xala hêjmar 2911'an e lê guhertin xala Qanûna Bingehîn a 14'enîn e. Yalçindag, da zanîn ku biryara dadgehê li dijî qanûna bingehîn e.