'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'

  • rojane
  • 10:00 15 Tebax 2018
  • |
img

AMED - Di salên 1990’î de ku Kurd û zimanê kurdî nedihat qebûlkirin û di vê serdema dijwar de rojnameya Welat di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmarên wê hatin weşandin ji ber zextên dewletê hat girtin û piştre bi navê "Welatê  Me" dîsa dest bi weşanê kir. Piştî weşandina hejmara 46’an di 1996’an de bi heman zextan Welatê Me jî hat girtin û piştî wê Azadiya Welat di 1996’ de dest bi weşana heftane kir. Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat di salvegera weşana wê de axivîn û bal kişandin ser zextên rojnamegeriya Kurdî. 

 
Rojnameya Azadiya Welat piştî rojnameyên ‘Welat’û ‘Welatê Me’ di Tebaxa 1996’an de dest bi weşana heftane kir. Azadiya Welat li gel hemû zext û pêkûtiyên dewletê jî ji rastiyan tawiz neda û her dem rastî nivîsandin. Azadiya Welat ji 96’an heta 2006’an heftane hat weşandin. Roja 15'ê Tebaxa 2006’an bi sernivîsa “Çavên we ronî bin” dest bi weşana rojane kir û ne hefteyê rojekê êdî her roj gihîşt ber destên xwînerên xwe. Azadiya Welat bi caran ji ber sedem û hincetên cuda mîna ku bi dîmen û nivîsên xwe propagandaya rêxistinê dike, hat girtin û di her demê de bi navekê din  bêyî ku ji rastiyan paşve gav biavêje weşana xwe  berdewam kir. Herî dawî  bi biryara KHK'ê di 29'ê Cotmema 2016'an de bi awayekî fermî hat girtin. Lê belê Azadiya Welat dest ji têkoşîna xwe berneda û li ser malperê bi awayekî dîjîtal weşana xwe berdewam dike. Tevî hemû bê derfet mayînan jî, digihêje xwînerên xwe.
 
Di 22’yemîn salvegera  rojnameya weşana Azadiya Welat û weşana rojane de ku di 15'ê Tebaxa 2006'an dest bi weşana rojane kir de, xebatkarên wê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivîn û behsa girîngiya Azadiya Welat kirin.
 
Edîtorê Azadiya Welat Zeynel Bulut bal kişand ser zor û zehmetiyên ku bi tevahiya 22 salan xebatkar û xwînerên Azadiya Welat pê re rû bi rû mane û wiha axivî: “Rojnameya Azadiya Welat di sala 1996’an de dest bi weşana kir. Lê pêvajoyeke beriya wê jî heye çar sal beriya wê ku di 22’yê Sibata 1992’yan de bi navê Welat rojnameya kurdî derket ser dikê. Rojnameya Welat heta 115 hejmaran bi heftane derket û piştî 115 hejmarî rojnameya welat ji alî dewletê ve hat girtin.pişti wê yekê Welatê me vebû, welatê me jî 46 hejmar derket û ew jî hat girtin, pişt re Azadiya Welat dest bi weşangeriya xwe kir. Ji 96’an heta 2006’an Azadiya Welat bi awayekî heftane weşangerî dikir û ji 2006’an pêve jî bi awayekî rojane weşangeriya xwe berdewam kir, heta 2016’an. Yanî bi giştî 20 salî Azadiya Welat li Kûrdîstan û Tirkiyê weşangerî kir.”
 
APÊ MUSA DI TÊkOŞÎNA ROJNAMEGERIYÊ DE HAT QETILKIRIN
 
Bulut di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji destpêkê û heta niha her tim xebatkarên Azadiya Welat bi zext û pêkûtiyên dewletê re rû bi rû mane û got: “Di wê pêvajoyê de gelek caran Azadiya Welat hat girtin û gelek caran xebatkarên wê rastî zext û tundiyê hatin, hatin binçavkirin, hatin girtin û hatin qetilkirin. Ji belavkara bigire heta ronamegeran, heta nivîskaran, yek jê Apê Musa bû. Apê Musa ji ber têkoşeriya xwe ya di riya rojamegeriyê de hat qetilkirin.”
 
BI DEH CARAN HAT GIRTIN LÊ…
 
Bulut da zanîn ku Azadiya Welat li sirgûniyê dest bi weşanê kir û wiha domand: "Li Stenbolê dest bi weşanê kir. Di 2003’yan de navenda xwe anî Amedê, li Kurdîstanê weşana xwe berdewam kir. Bîst salên ku rojname bi navê Azadiya Welat derket gelek caran hat girtin û bi navên cuda dîsa weşana xwe berdewam kir; wekî Hawar, Welat, Rojev derket,ev rojname gelek caran hat girtin. Di 29’ê Cotmeha 2016’dan de jî ji aliyê dewletê ve  bi biryara KHK’ê hat girtin. Piştî ku Azadiya Welat di hat girtin rojnameya kurdî, rojnamegerên kurd rojnameya Rojeva Medya derxistin. Rojeva Medya jî bi qasî salekê berdewam kir. Di 25’ên Tebaxa 2017’an de dema ku rojnameya Rojeva Medya jî hat girtin dîsa ev rojnameya kurdî bi navê Welat derket.Welat ku rojnameya kurdî a destpêkê ku weşangerî  dikir û di 22’yê sibata 1992’yan de dest pê kiribû piştî 25 salan di 25’ê Tebaxa 2017’an de careke din ronameya Welat derket ser dikê û gihîşt ber desten xwînerên xwe. Lê rojnameya Welat jî zêde xwe li hemberî zextên dewletê ranegirt.  Di 28’ê Adara 2018’de rojnameya Welat jî ber ku çapxaneyek nedît, ji ber zext û pêutiyên dewletê yê li ser çapxaneyan neçar man ku weşana xwe rawestînin û di 8’ê Tîrmeha 2018’nde ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî ev rojnameya welat jî hat girtin.”
 
'KIRYARÊN DEWLETÊ  YÊN QIRÊJ DERDIXIST HOLÊ'
 
Bulut destnîşan kir ku dema ku mirov li sedema girtina ronameyên Azadiya Welat dinêre, ji rojnameya Welat bigirin heta rojnameya ku dîsa bi navê welat derket a 2017’dan de derket hemû jî bi zext û pêkûtiyên dijwar yên dewletê re rû bi rû mane û wiha dawî li axaftina xwe anî: Ev zext û pêkutî hem li ser xebatkarên wê hem jî  li ser xwînerên wê bi her awayi z hatine meşandin.Li Kurdîstanê çiqas polîtîkayên qirêj hebûn, çiqasî zext û pêkûtiyên li ser civakê hebûn dewletê dixwest ku di tarîtiyê de bimîne,dixwest veşartî bimîne. Ev rojname jî ronameya gel bû ya civakê bû û bi armanca ku bibe deng ji vî gelî re weşan dikir, hemû kiryarên dewletê radixist ber çavan û gelê Kurd jê agahdar bikir. Tenê ne ji bo agahdarkirina qirêjiyên dewletê her wiha ji bo dîrok, çand, kelepor, zargotin wêjeya kurd jî di rûpelên xwe de bi cîh dike.”
 
'KURD MÎNA DIBISTANEKÊ ESAS DIGIRIN'
 
Nûçegihanê Azadiya Welat Kadrî Esen jî anî zimam ku ji ber yekane rojnameya ku bi kurdî li Bakur weşanê dike ye kurd ji xwe re weke qadeke perwerdehiyê û wekî dibistanekê esas digirin. Esen her wiha diyar kir ku li herêmê rojnameger, wêjekar, nivîskaran di warê pêşxistina ziman de gelek sûdê ji Azadiya Welat girtine û wiha pê de çû: “ Azadıya Welat ji ber ku li Bakurê kurdîstanê yekane rojnameya ku bi kurdî weşan dikir girîngiya wê di nava kurdan de mezin e.  Kurd azadiya welat ji xwe re wekî dibistanekê, weke qadeke perwerdeyê dibînin. Mirov kare bêje piraniya kurdên bakurê Kurdîstanê ku niha gelek ji wan Bune wêjekar, dîsa kesên ku bi rojnamegeriya kurdî re eleqedar dibin bingeha xwe ya zimanê kurdî  ji Azadiya Welat digirin. Mirov dikare bi hêsanî bêje ku  hişmendiya li hember zimanê kürdî bi Azadiya welat hate avakirin.”
 
'DI NAV CIVAKÊ DE HER DEM AZADIYA WELAT E'
 
Esen bi bîr xist ku Azadiya Welat berovajî çapemeniya aligir hemû rastiyan civakê radixe ber çavan û wiha bilêv kir: "Ji ber vê teybetmendiya rojnameya Azadiya Welat di dil û mêjiyê civakê de xwedî cihek taybete.  Rojnameya kurdî  ku di demên cuda de ji ber zext û zordariyên dewletê gelek nav guherandin jî lê dema ku mirov diçe nava gel, gel her dem wekî Azadiya Welat bi nav dike. Rojnameya welat her dem di elaqeya gel de ye. Îro ji ber girtin û qedexekirina pergalê nikaribe bi awayekî  asayî weşana xwe bike jî dîsa di ser weşana dîjîtal re xwe digihîne xwînerên xwe. Weşangeriya Azadiya Welat bi naveroka xwe rastiya civakê dide nîşandan. Ji çapemeniya alîgir cudatir li ser rastiyan weşana xwe dike û rojevên rast diafirîne. Her nuçeyeke wê dibe manşet, dikeve rojrva gel. Ji ber van sedeman her tim dibe  hedefa dewletê.”
 
'XÎTABÎ ZIMAN, FIKR Û RAMANÊ GEL DIKIR'
 
Edîtora Azadiya Welat Elîfcan Alkan jî diyar kir ku Azadiya Welat bi weşangeriya xwe rewşa netewya kurd radixist ber çavan û wiha got: "Azadiya welat her çiqasî  hatibe girtin jî di nava gel de, di nava neteweya kurd de xwadî grîngiyeke mezin bû. Dema ku heftane dest bi weşanê kir yekemîn rojname bû ku di derbarê rewşa kurdîstanê de agahî didan. Bi her awayî xîtabî ziman, fikr û ramanê gelê kurd dikir. Di nav agel de her dem xwedî girîngiyeke mezin bû. Kesên ku ji ziman hez dikirin bi riya rojnameya Azadiya welat hem rojev dişopandin hem jî ziman û çanda kurdewarî nas dikirin, pêş ve dibirin.”