Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin

  • rojane
  • 09:12 15 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL – Edîtorê Kovara Kundê Umran Aran, diyar kir ku di kovageriya matbu ya kurdî de krîz û valahiyeke mezin heye û mebesta wan ew e ku kurdî bidin xwedin û berbelav bikin. 

Hejmara duyemîn a kovara kitêb, çand û hunerê ya Kundê derket. Kovara Kund di hejmara xwe ya yekem de romanûsê kurd Bextiyar Elî kiribû mêvanê dosyeya xwe û di hejmara duyem de jî helbestkarê navdar Berken Bereh kir mêvanê dosyeya xwe. 
 
KOVAREKE DÎNAMÎK Û ÎNTERAKTÎF 
 
Edîtorê Kundê Umran Aran destnîşan kir ku di kovargeriya kurdî ya matbu de krî û valahiyeke mezin heye û Kund jî di serdemeke wisa de dertê. Aran got: “Kovar dînamîk e, çimkî beşên di kovarê de pir guhêrbar in û di her hejmarê de beşên nû hene. Înteraktîf e, çimkî nivîskar û xwendevan beşên kovarê diyar dikin. Mînak; di hejmara duyem de beşên wek ‘portre’, ‘geştname’ û ‘youtuber’ hin ji van beşan e.” Aran, bilêv kir ku di warê naverokê de jî wan xwestiye bi awayekî giştî tiştekî cuda derbixînin û got: “Mesela niha komên xwendinê hene, em ji wan nivîsan dixwazin. Her wiha em ji blogeran nivîsan dixwazin û em wek pirs-bersiv cih didin youtuber û weşangeran.” 
 
Aran, diyar kir ku Kund di warê naverokê de kovareke cuda ye û got: “Dema em li kovarên kurdî yên berê dinerin, em dibînin ku hema bêje ew tenê kovarên wêjeyê ne. Me xwest em vê yêkê bişkînin û me ev yek di hejmara duyem de bi piranî pêk anî. Di herdu hejmarên me de bi giştî 3 helbest û çîrokek heye. Kovara Kund bi piranî xwedî naverokeke ku ne sêwîrîner e û ji xwendevanan doza van tiştan dike.” 
 
ELEQEYEKE ZÊDE JI BO KOVARÊ HEYE 
 
Aran, destnîşan kir ku hejmara ewil a kovarê zû qediyaye û her wiha daxwazeke zêde ji bo hejmara duyem jî heye. Aran got: “Di serdemeke ku piyaseya kurdî evqas xirab e û kovar dawî li weşana xwe tînin de ev yek serketineke mezin e. Helbet di vê yekê de para Kundê heye ku pir rengîn û dewlemend e. Dema em kovarê derdixin em li cihê xwe rûnanên. Çimkî derde me ew e ku em bên xwendin. Derdekî me yê ku em kurdî bidin xwendin û berbelavkirin heye. Em medyaya civakî bia wayekî çalak bi kar tînin. Gelek xwendevan cara ewil bi Kundê dest bi xwendina kurdî kir. Em bi vê yekê şanaz û serbilind in û em hewl didin layiqî xwendevan bibin.” 
 
MA / Melike Ceyhan