Batman dibêje HDP û tiştek din nabêje

  • rojane
  • 11:22 21 Hezîran 2018
  • |
img
ÊLIH – Paytexta bêkariyê Êlih e û gel bi polîtîkaya xizaniyê re rû bi rê tê hiştin. Yek ji bajarê ku herî zêde kuştinên kiryar ne diyar lê qewimin jî Êlih e. Dê gelê Êlihê li dijî înkar û zextan di 24’ê Hezîranê de biçe ser sindoqê. Şêniyên bajêr pê bawerin ku dê pirsgirêkên li bajêr bi HDP’ê li Meclîsê bê çareserkirin. 
 
Li Tirkiyeyê yek ji bajarê ku herê zêde petrol lê tê dîtin Êlih e û ji ber petrolê ev bajar wek “zêrê zer” tê nasîn. Li gel hilberîna petrola li Êlihê jî bêkarî di asta herî jor de ye. Li gorî daneyên saziyên îstatîstîkan jî Êlih paytexta bêkariyê ye. 
 
Li gel petrola wê jî di warê sewalkarî û çandiniyê de jî yek ji bajarê herî bi nav û deng e. Di warê turîzmê de jî navçeya Heskîfê ku dê di bin ava Bendava Ilisû de bihêlin xwedî cihek girîng e. Çavê gelê Êlihê li ser hilibijartina 24’ê Hezîranê ye. 
 
Li Êlihê 342 hezar 111 hilbêjêr hene û li 366 dibistanan wê 1124 sîndoq bên avakirin. Li navçeyên Sason û Kercewsê gelek sindoq ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatin veguhezandin. 
 
HDP 3 WEKÎL Û AKP’Ê JÎ WEKÎLEK DERXISTIBÛ 
 
Di hilbijartinên dawî de ku li Êlihê pêk hatin serkeftina HDP’ê pir aşkera xuya dike. HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de ji sedî 72.6 deng sitendibû û AKP’ê ji sedî 18.2, CHP 0.8, MHP 1.0, Partiya Saadet jî 1.0 deng distendibûn. Di hilbijartinên 1’ê Mjdarê de jî HDP’ê HDP ji sedî 68.2, AKP 28.4, CHP 1.2, MHP 0.6, Partiya Saadet 0.6 deng sitendibûn. Li gorî van encaman HDP’ê 3 parlamenter û AKP’ê jî parlamenterek derxist. 
 
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hejmara parlamenterên HDP’ê derxistin 5’an. HDP li Êlihê Feleknas Uca, Necdet Îpekyuz, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Şukru Baytar namzet nîşan da. 
 
AKP’ê jî li Êlihê Zîver Ozdemîr, Murat Guneştekîn, Mehmet Şat, Murat Çîçek û Ayla Işîk namzet nîşan da. Ji eşîra Remiyan Farîs Ozdemîr ê ku berê du serdem parlamenteriyê kiriye di Partiya Sadetê de bû namzet. Tê gotin ku dê Faris Ozdemîr dengên AKP’ê ji hev parçe bike û dê gelek AKP’î deng bidin Ozdemîr. 
 
KOLAN BI ALAN HATINE XEMILANDIN 
 
Beriya gel biçe ser sindoqan em li kolanên bajêr digerin û nêrîna gel digirin. Li kolanan wêneyê vekirî yê bêkariyê xwe li ber siya dîwaran û qahwexaneyan baş dide nîşandan. Partiyan bi alan kolanan xemilandiye. Lê beriya her tiştî serdestiya HDP’ê xwe bi her awayî li bajêr dide nîşan dan. 
 
‘HER KES Û WÎJDANA XWE’ 
 
Em li seranserê kolana Gulistanê ya herî qelebalix geriyan. Celîl Acar ê 47 salî ku li ser sindoqa xwe ya pêlavan boyax dike rûniştiye û li benda mişteriyan e. Me karê Acar jê pirsî û got: “Rojê çend kes tên pêlavên xwe boyax dikin. Ez di derdê ku nan bibim malê de me. Em hêvîdarin wê ev hilbijartin jî baş derbas bibe. Her kes û wîjdanê xwe. Dengên me diyar in û em ê dengê xwe bidin xwe.” 
 
‘EM Ê JI BI XWE BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Aydin Sevgîn û Cemal Turan jî li bin siya darê rûniştin e. Her du jî karkerên înşatê ne. Aydin Sevgîn ji bêkariyê gazinan dike. Sevgîn pirsa me ya “Hilbijartin çawa diçe?” bersivand û got: “HDP li bajêr li pêş e. Teqez em ê bi ser bikevin. Dibe kumirov reng û dengê xwe diyar nake, lê her tişt diyar û zelal e. Em ê ji bo ziman û hebûna xwe biçin ser sindoqan. Em aramiyê dixwazin û ji bo aramiyê divê desthilatdrî biguhere.” 
 
Hevalê wî Cemal Turan jî wiha got: “Bila her kes dizanibe ku kurd li vî welatî hene. Em hene, li ser axa xwe ne û partiya me HDP ye. Em ê feraseta faşîst destek nekin. Bila gumana kesî ji Batmanê tune be, em ê bi ser bikevin.” 
 
MAMOSTEYÊN NEHATIN TAYÎNKIRIN BI GAZININ 
 
Ayten Înan û Leyla Orak her du jî mamosteyên nehatine tayînkirin. Di mülakata bo ku bibin mamoste pirsên balkêş ji wan kirin e û ew nebûne mamoste. Her du mamoste jî li dijî polîtîkaya perwerdehiyê ya hikumetê bi gazinin û diyar dikin ku ew ê li dijî neheqiyan dê piştevaniya HDP’ê bikin. 
 
UCA: ÊDÎ AKP WINDA DIKE
 
Der barê pêvajoya hilbijartinê de me nêrînê namzeta HDP’ê ya Êlihê Felenas Uca jî girt û wiha got: “Li bajêr atmosferek bi kelecan heye. Her çiqas me xwe ne gihandibe hemû malan jî, lê gelê me bixwe xebatê birêve dibe. Em naçin li deriyan nadin û nabêjin deng bidin me. Çimkî gel êdî bixwe dibêje ‘em ê dengê xwe bidin xwe.’ Tenê em tiştekî ji gel re dibêjin bila xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Gel hêviya xwe di HDP’ê de dibîne. Xebatên AKP’ê yên li bajêr jî di şûna namzetan de walî û qeymeqam bi rêve dibin. Gelê Êlihê her tijî dît û jiyî. Komkujî, bûyerên kiryar ne diyar, zilm, sirgûn, koçberî û tişta nehat serê wan nema. Li gel ku Êlih bi petrola xwe dewlemend e jî lê gel bi feqîriyê rû bi rû ye. Êdî AKP winda dike û rûpoşa wan dikeve. Gel xwe ji hesab pirsînê re amade dike.” 
 
‘KEZEBA MIN DIŞEWITE’ 
 
Yek ji dildarên kampanya xebata hilbijartinê ya HDP’ê jî Îbrahîm Kuspet ê 79 salî ye. Li gel temenê xwe yê mezin jî dixebite û li gel HDP’yan belavokan belav dike. Dema Kuspet belavokan belav dikir, destmala xwe ya spî derxist û bê navber xwêdana ji eniya xwe paqij dike. Me pirsa “Di vî temenî de belavkirina belavokan ne zehmet e?” ji Kuspet pirs kir û wî jî wiha bersiv da: “Na ne zehmet e. Kezeba min dişewite. Ji wê bonê ez li vir im.” 
 
MA / Omer Çelîk