Ev jî komira hilbijartina zordest e!

img

AMED – Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartina zordest da, li Amedê bi awayekî rastgele kîsên komirê ên li qamyonan tên barkirin li ber deriyan tên dayîn. 

Piştî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî biryara hilbijartina zordest dan, wekî hilbijartinên berê ku AKP ji bo dengan miqarna, komir û amûrên spî û pere belav dikirin, niha jî serî li rêbazeke cuda daye. 
 
Li semta Huzûrevlerî ya navçeya navendî Peyas a Amedê, ji niha ve bi awayekî rastgele kîsên komirê yên li qamyonan hatine barkirin li ber malan tên danîn. Welatî ji ber vê rewşê ku di vê germahiyê de komir tê belavkirin heyirî mane. Hat hînbûn ku Serokatiya AKP’ê ya Bajêr belavkirina komirê koordine dike û dê ev yek 3 rojan dewam bike. 
 
Her wiha ev yek li gundên Pasûr û Liceyê jî hatibû kirin, lê belê ji ber ku gundiyan komir qebûl nekiribû, komir lê têketinên gundan hatibû valakirin.