RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand

  • rojane
  • 09:32 25 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE – Yaşam Tv. ji ber di bernameya "Govend Show" de bi kurdî axivîn û stranên strin rastî cezayê RTUK'ê hat. RTUK'ê stran wekî "birdozî" nirxand û 13 hezar TL ceza birî û 5 beşên bernameyên jî qedexe kir.

Yaşam TV'ê, ji ber bernameya "Cevdet Gulbay û Govend Show" ji ber beşdarvan di bernameyê de bi kurdî silav da û stran strîn, "wergerê ne fermî" hincet nîşan dan û ceza birîn.  Bernameya di 14'ê Kanûnê de di saetên êvarê de tê weşandin, hat dikarkirin ku ji hejmara 155 a Miduryeta Emniyeta Walîtiya Semsûrê re îsbarek tê û te gotin ku "Propagandaya rêxistinê tê kirin û stran tê gotin" û giliyê kanalê tê kirin. Mijara îxbarê ji Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) re tê ragihandin. RTUK li ser giliyan raporekê amade dike, 13 hezar TL cezayê pere û 5 bernameyên kanalê qedexe kir.
 
BI 'WERGERA NE FERMÎ' CAZA BIRÎN
 
Lê îfadeyên di raporê de her çendî tu delîla sûc tê tune be jî tenê kurdî têrê kir ku ceza li kanalê bibirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku gotinên kurdî "ne li gorî wergera fermî hatiye kirin" hatiye kirin, ev jî dide nîjan werger ji cewhera xwe dûr hatiye amadekirin. 
 
SILAV DAYÎN 'AXAFTINA BIRDOZÎ' HESAB KIRIN
 
Hinceteke di raporê de derbas dibe wiha hatiye diyarkirin: "Di destpêka bernameyê de, di navbera 18.13.20-18.21.35'an de di navbera pêşkêşvan Cevdet Gulbay û mêvan de axaftina bi kurdî wiha ye: 'Bernameya me li 4 perçeyê Kurdistanê tê temaşekirin.../ Rezzan Şîrvan: Ez keça hunermendê kurd ê navdar Kazo me. Bavê min niha di tûrneyeke muzîka kurdî de ye. Min jî berî du rojan li herêma kurdan a Îranê, li Mahabadê, Urmiyeyê, Kirmanşahê ji were silav şandin. Armanca min ew bû ez dengê Kurdistanê ragihînim…’ Piştî van axaftinan, rapora ku RTUK'ê amade kir, ev axaftin wekî devoka rêxistina "terorê" pênase kir.
 
Stranên bi navê "Cîran" û "Ala Rengîn Kesk û Sor û Zer e" wekî propagandaya rêxistinê hesibandin. 
 
MA / Hayrî Demîr