Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin

  • rojane
  • 13:56 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Sê girtiyên ji Doza Nisêbînê ku li Girtîgeha Osmaniyê tên ragirtin bi xwesteka ku nayên dermankirin di 6’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Mehmet Farûk Engîn, Bawer Başar û Îbrahîm Halîl Karataş ên ji Doza Nisêbînê tên darizandin û li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê tên ragirtin ji ber nayên dermankirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Girtiyan bi rêya hevdîtina telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirine ku wan di 6’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e. Girtiyan ji malbatên xwe re ragihandin ku ji gulana 2016’an ve ku li Nisêbînê hatine girtin nayên dermankirin.