Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket 2025-07-12 09:40:35   BEDLÎS – Roja 15’emîn a mihrîcana ku Şaredariya Tetwanê li dar xist, bi konsertekî bicoş ve bi dawî bû.   Li navçeya Tetwan a Bedlîsê Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 15’emîn de domand. Mihrîcana ku bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunerê ve dihûnin” hate lidarxistin, hunermend Xecê û Hîvron konsert dan. Konserta ku bi hezaran kes başdar bûn, dowîza “Bijî Serok Apo, bijî PKK” hate bilindkirin.   Parlamenterê Pariya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ê Bedlîsê Huseyîn Olan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin. Ji vir û şûn de dê têkoşîna demokratîk bidome. Têkoşîn xilas nebûye, tenê şêwaz guheriye.”   Bi hezaran welatiyên ku beşdarî konertê bûbûn, heta derengê şevê li ber stranan ve kêf kirin.   Sibe saet di 20.00’an de dê hunermend Rojda û Kadîr konsertê bidin.