Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'

img

ENQERE - Serok û sazumankarê Partiya Gelecek û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, di danasîna partiya xwe de axivî got: "Em nehatine li ser duh bigirîn. Em hatin bi hevre pêşerojekê ava bikin." Davutoglu ku têkildarî pirsgirêka Kurd tu tişt ne axivî, got: “Têkoşîna bi terorê re mecbûrî ye." 

Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, piştî ji AKP'ê îstîfa kir, Partiya Gelecek ava kir. Davutoglu, piştî partiya Gelekcek ava kir, têkildarî avakirina Partiya Gelecek li Otela Bilkent a Enqereyê civîna danasîpa partiya xwe kir. Davutogu, Davutoglu, anî ziman ku pêşeroj a gel e, ya Tirkiyeyê ye. Pêdivî bi makeqanûna nû heye. Heta ku makeqanûnek demokratîk nebe, pêşeroja Tirkiye ya demokratîk nabe." Davutoglu ku di axaftina xwe de qala pirsgirêka Kurd nekir, dîsa got: "Têkoşîna bi terorê re mecbûrî ye." Em nehatine gotinên berê dubare bikin. Em nehatine li ser duh bigirîn. Em hatine pêşerojê bi hevre ava bikin.
 
Davutoglu, anî ziman ku rejîm û hişmendiya ku azadiya raman û baweriyê bi sînor bike û vîna azad tune bike dê rê li pêş koletiyê veke û got: "Di vê pêvajoya ku hezên otoriter û populist pêş dikevin, divê welatê ku mirovên serbilind a xwedî vîna azad lê dijîn ava bikin. Divê em daxwazên rêxistinên elewî jî li ber çavan bigirin."