Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû bi rêya telefonê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî. 
 
Senatoya DYA’yê du roj berê têkildarî S-400 ên Tirkiyê ji Rûsyayê kirî pêşnûmeya danekirinê qebûl kir. DYA duh jî pêşnûmeya Qirkirina Ermenan qebûl kir. Piştî van gavên DYA li ser hev avêt, trafîka dîpolomasiya di navbera Tirkiyê û Rûsya de jî zêde bû. 
 
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêr li ser têkiliyên navbera wan û mijarên Sûriyê bi rêya telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê  Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû bi rêya telefonê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî. 
 
Di navbera her du wezîran de têkiliyên du alî û mijarên derbarê pêşketinên herêmê de hatin axivîn.