Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku li navçeya Dutaxê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû hovîtî pêk hatiye û got: “Heke Wezîrê Karê Navxweyî karên dijqanûnî û sûc nake, wê demê çima destûr nade ku şandeya parlamenterên me biçe gund ziyaret bike?”

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Kubîlay bal kişand ser danişînên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê û danişîna doza Komkujiya Mitînga HDP’a Amedê û got heta kujer û berpirs neyên cezakirin dê edalet qet pêk neyê. 
 
ERDAL EREN BI BÎR ANΠ
 
Kubîlay ji ber salvegera bidarvekirina Erdal Eren jî axivî û ew bibîr anî. 
 
‘TABLOYA HOVÎTIYÊ DI DÎROKÊ DE CIH GIRT’ 
 
Kubîlay bal kişand ser dorpêç û qedexeyên di sala 2015’an dest pê kir û li hin deveran heta îro dewam dike û got: “Tabloya hovîtiyê ya li wan deveran pêk hat derbasî dîrokê bûye. Dîrok, bajar û jiyana însanan hat serûbinkirin û tunekirin.” Kubîlay da zanîn ku derbarê lêpirsînên kuştinên li wan bajarên qedexe danîn ser bi qasî serê derziyê jî pêşketîn pêk nehat. 
 
‘EM Ê DAYIKA TAYBET Û CEMÎLA BIÇÛK JI BÎR NEKIN’ 
 
Kubîlay anî ziman ku yek ji êrişên hovane li dijî Dayika Taybet û Cemîle Çagirga pêk hat û got: “Wê rûmet û wîjdana mirovahiyê Dayika Taybet û Cemîleya biçûk qet ji bîra neke.” 
 
SICÎLA SIYASÎ YA TIRKIYÊ NEPIXÎ NE
 
Kubîlay kuştin, îşkence, koçberkirin, binçavkirin, girtin û înfaz û her wiha desteserkirina vîna gel bi bîr xist û got di warê binpêkirina mafên mirovan de Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde sicîla wê ya siyasî nepixî ye. 
 
478 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA 
 
Kubîlay anî ziman ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 300 hezar însan ji warê xwe hatiye koçberkirin û 478 sivî jiyana xwe ji dest dane û 70 sivîl birîndar bûne. 
 
‘LI DUTAXÊ HOVÎTÎ PÊK HAT’ 
 
Kubîlay bal kişand ser 4 kesên li gundê Mûşiyan ê navçeya Dutaxê ya Agiriyê ku di 6’ê kanûnê de hatin kuştin û wiha got: “Yek ji bûyerên bi hovîtî pêk hat jî bûyera gundê Mûşiyan e. Di operasyona pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nav kuştiyan de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan ku li xurbetê dixebite û hatiye cem malbata xwe jî hebû. Li gorî vegotina malbatê û dîmenên hatine parvekirin, bi sedan gule reşandine Murat Kaya. Cenaze piştî 3 rojan dane malbatê. Cenaze di dorpêça eskeran de hatiye definkirin. Kuştina Murat Kaya ne bes e, hevjîn û birayên wî jî binçav kirin. 
 
ŞANDEYA ME HILNEDAN GUND 
 
Şandeya partiya me ku  ji wekîlên me pêk dihat ji bo hovîtiyêa li gund pêk hatiye lêkolîn bike û bişopîne xwest biçin gund. Lê eskeran şandeya me asteng kir û nehişt biçe gund. Çima? Heke tiştek hûn ji gel veşêrin û biniximînin tune be, tiştên hûn dibêjin ne derew be û îftira nîn bin, çima hûn nahêlin parlamenterên me yên Agiriyê biçe gund?  Heke Wezîrê Karê Navxweyî karên dijqanûnî û sûc nake, wê demê çima destûr nade ku şandeya parlamenterên me biçe gund ziyaret bike? Divê Wezaret vê astengkirinê eşkere bike.”