Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin

img

AMED - Wezîrê Karên Navxweyî di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "em li çiyayan name û broşuran belav dikin". Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, ji bo vê daxuyaniyê got, ev rê û rêbaz di salên 90'î de jî hatibûn ceribandin lê belê kêr nehatibûn. 

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, di 11'ê Kanûnê de di bernameyekê de gotibû, "Belkî cara ewil e ku raya giştî dibihîse. Em li çiyayan name û broşuran belav dikin. Em nameyan ji dayikan re dişînin." Tiştên Soylû dibêje cara ewil pêk tê di salên 90'î de jî gelek caran hatiye ceribandin. Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan got, pirsgirêka kurd ne bi polîtîkayên "ewlehiyê" wê bi polîtîkayên diyalogê hel bibe. 
 
POLÎTÎKAYÊN 'EWLEHIYÊ' 
 
Ceylan, destnîşan kir ku ji bo helkirina pirsgirêka kurd hikûmetê cardin berê xwe daye polîtîkayên "ewlehiyê" û got: "Ev tişt di salên 90'î de hatin kirin. Lê belê polîtîlayên ewlehîparêz ne bi kêrî kurdan ne jî bi kêrî tirkan tên. Divê hikûmeta heyî jî dev ji van polîtîkayan berde." 
 
Ceylan, anî ziman ku kurd hêmana sereke ya Tirkiyeyê ne û got: "Bi hezaran sal in li vê axê ne. Polîtîkayên ewlehîparz li kurdan tê rewakirin. Ev zilm e. Mafê me tuneye ku em vê zilmê li hev bikin." 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD LI BER ME YE' 
 
Ceylan, şewitandina gundan a di salên 90'î de bibîr xist û got, niha jî heman tişt tên kirin. Ceylan, got: "Tiştên di salên 90'î de li kurdan hatin kirin hîn jî li ber çavê me ne. Ne mimkun e ku mirov ji bîr bike. Dayik, ciwan, gel hatin îşkencekirin. Îşkence veguherîbûn tiştine rûtîn. Bi hezaran kes hatin koçberkirin, lê dîsa jî pirsgirêk hel nebû. Hîn jî pirsgirêka kurd li ber me ye. Hîn jî heman polîtîka tên kirin. Mirov tên îşkencekirin. Demildest divê dev ji van polîtîkayên ewlehîparêz bê berdan. Ev pirsgirêk bi van polîtîkayan hel nabe." 
 
Ceylan, destnîşan kir ku pirsgirêk bi name û broşurên bi helîkopeteran tên avêtin hel nabe û got: "Mixabin ev rê û rêbaz di salên 90'î de hat ceribandin, xwe gihandin malbatan lê dîsa jî pirsgirêk hel nebû. Ev perçeyeke polîtîkayên şidetê ne. A rast rê û rêbazên aştiyane, demokratîk û muzakere ye." 
 
Ceylan, diyar kir ku ew di polîtîkayên aştiyane de israr dikin û got: "Niha pirsgirêka kurd sînor derbas kirine. Em bi israr dibêjin 'werin em xw ebi xwe vê pirsgirêkê hel bikin.' An jê wê welatên din ji bo berjewendiyên xwe mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç