Prof. Barkey: Welatên cîhanê ji bo Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datînin

img

STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Prof. Henrî Barkey, destnîşan kir ku her çi qas welatên cîhanê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê nedin Tirkiyeyê jî, lê belê ji nedîtî ve tên û got, wê bi çêkirina "herêma ewle" li wir "aramî" pêk neyê. 

 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 9'ê Cotmehê ve didomin. Ji ber êrîşên tên kirin heta niha bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li bajaroka Til Rifatê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di vê êrîşê de 8 jê zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Pirsporê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Hîndekarê Zanîngeha Lehîghê ya DYA'yê Profesor Henrî J. Barkey, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û civîna li Londrayê pêk hat nirxandin. 
 
‘JI NEDÎTÎ VE TÊN' 
 
Barkey, destnîşan kir ku her ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her çi qas welatên cîhanê destekê nedin jî, lê belê ji bo van êrîşan xwe li nedîtinê datînin û got, bi helwesteke "tiştek ji destê me nayê" tev digerin. 
 
Barkey, anî ziman ku ji ber DYA'ya di rêveberiya Trump de ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi sersarî tev digere, ev yek tesîrê li tevahiya cîhanê dike û got: "Çimkî bêyî DYA gav nayên avêtin. Lê belê DYA, bi rêveberiya Trump ji vê hêza xwe dûr dikeve. Berê rêveberiya DYA'yê ya di dema Obama de wekî hêzeke mînak dihat dîtin û hin kes ev hêz esas digirtin û li gor wê gav diavêtin." 
 
‘WÊ RÛSYA VÊ VALAHIYÊ TIJE BIKE' 
 
Barkey, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke DYA'yê ya teqezbûyî tuneye û got, lê belê polîtîkaya Rûsyayê ya derbarê herêmê de zelal e. 
 
Barkey, destnîşan kir ku li Sûriyeyê gavên ku ji bo xurtkirina rejîma Esad tên avêtin hemû Rûsyayê xurtir dikin û got: "Loma Rûsya, ji bo Esad tevahiya Sûriyeyê kontrol bike alîkariyê dike. Lê belê rêveberiya Trump, li herêmê bû sedema valahiyekê. Wê Rûsya vê valahiyê tije bike."
 
'WÊ TIRKIYE NIKARIBE ARAMIYÊ BIBE HERÊMÊ'
 
Barkey, bal kişand ser "herêma ewle" ku Tirkiye dixwaze çê bike. Barkey, destnîşan kir ku wê Tirkiye bi "herêma ewle" li herêmê nikaribe "aramiyê" çê bike. 
 
Barkey, bibîr xist ku Tirkiye bi heman hincetan çû Efrînê jî û got: "Wê Tirkiye nikaribe bi 'herêma ewle' aramiyê bibe wir." 
 
Barkey, bal kişand ser civîna hefteya borî li Londrayê pêk hat jî û ji bo daxwaza Tirkiyeyê ku xwest YPG wekî rêxistineke "terorî" bê pênasekirin got, ev taktîkeke dîplomatîk e. Barkey, got: "Wê Tirkiye di her firsendê de û li her derî bixwaze ku daxwazên wê li pêş be. Wê nikaribe hemû daxwazên xw epêk bîne, lê wê tim bîne ziman. Tirkiye, ji bo mutefîkên xwe zivêr bike wê wekî şerê gerîlayî tev bigere." 
 
Barkey, diyar kir ku ji destpêkê ve Serokomarê Fransayê Macron li dijî daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo YPG wekî rêxistina "terorî" bê pênasekirin dertê û got: "Ewropî, bi çavê tehdîtekê li Tirkiyeyê dinerin. Nexasim jî di mijara penaberan de. Êdî ewropayî dixwazin li ber Tirkiyeyê bend bên danîn. YPG'ê di têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê de sempatiyeke mezin çê kir. Loma wê kes ji Tirkiyeyê bawer neke. Û ev daxwaz di civîna NATO'yê de esas nehat girtin." 
 
MA / Nacî Kaya