Hevserokên DBP'ê: Emê ji bo îtîfaqên Kurdistanî bixebitin

img

AMED - Hevserokên DBP'ê yên nû Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî xebatên DBP'ê yên pêş û geşedanên di rojevê de axivîn. Hevserokan anîn ziman ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşxistina îtîfaqên Kurdistanî bixebitin. 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 30'ê mijdarê de 5'emîn Kongreya Navendî bi hişyariya "Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ber bi yekîtiyê ve dimeşin" pêk anîn. Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskin Bayindir hatin hilbijartin. Saliha Aydenîz piştî hat hilbijartin li meclîsê ji HDP'ê îstîfa kir û derbasî DBP'ê bû. Piştî Aydenîz îstîfa kir, êdî parlamenterek DBP'ê jî li meclîsê hneye. Hevserokên DBP'ê yên nû Aydenîz û Bayindir têkildarî rol û misyona DBP'ê ya nû û xebatên li pêş xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Saliha Aydenîz, diyar kir ku kongreya wan rastiyek Tirktiyeyê nîşan da û wiha got: "Hevseroka me Sebahat Tuncel zêdeyî 3 salin girtî ye. Tevî ku hevseroka Giştî ya DBP'ê bû, di 2 kongreyan de ji ber girtî bû bi nameyê peyam şand û bi rêya nameyê beşdarî kongreyê bû. Ev rewşa siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê nîşan dide. Tirkiye bi taybetî ji 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde bi konsepta şer û hiqûqa şer tê revebirin. Piştî 5'ê Nîsanê maseya diyalogê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re hat rakirin. Bi vê pêvajoyê re pêvajoya darbeyê dest pê kir. Bi KHK'yan bi dehan saziyên me hatin girtin. Hevserokên me hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Bi hezaran kedkar îxrac bûn." 
 
Aydenîz, anî ziman ku rol û mîsyona partiya wan diyar e û dê ji niha û şûnde êdî vê rola xwe têxin pratîkê û wiha got: "Bêtir ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk pêş bikeve û îtîfaqa Kurdistanê pêş bikeve emê bixebitin. Ji bo vê yekê em dê bêtir li ser perwerdehî, sempozyum, kongre, konferansan pêk bînin. Em dê li taxan di nava gel de civîn û perwerdehiyê pêş bixin. Em dê kadroyên ku siyasetê bikin pêş bixin. Di rêzikname û bernameya partiyê de jî ev yek heye. Em dê bêtir plan û rêziknameyê têxin meriyetê." 
 
DBP DÊ KADROYÊN BI BIRYAR Û BERXWEDÊR DERXE QADA SIYASETÊ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku wan li Tirkiye û Kurdistanê di aliyê fîzîkî de xwe biçûk kirin û wiha axivî: "Bi taybetî em dê rêxistinbûna xwe li 4 bajarên mezin xurt bikin. DBP tu carî ji rol û misyona xwe nereviya ye. DBP xwedî biyare ku bi rêbaz û fikrên cuda bêtir kadroyên xwe bi rêxistin bike hêza heyî derxe holê. Em dê li mutbexê ji bo siyaseta demokratîk kadroyan pêş bixin. Dîsa em dê kesayetiyên li qada siyasetê bi biryar, berxwedêr pêş bixin û tev li qada siyasetê bikin. Ji vê yekê ewil DBP berpirsiyar e. Em armanc dikin ku DBP'ê ji nûve ava bikin û bi rêxistin bikin." 
 
Bayindir, anî ziman ku êrîşên li dijî DBP'ê û HDP'ê nîşan dide ku komploya li dijî wan didome û wiha lê zêde kir: "Duh êrîşî Bakurê Kurdistanê dikirin. Îro êrîşî Rojava dikin. Êrîşî Bakurê Kurdistanê dikin. Têkoşîna Kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava destkeftiyên mezin bi dest xistine. Dema em li êrîşên dawî dinerin, em dibînin ku lidijî van destkeftiyên Kurdan pêş dikevin. Kurdên Kurdistana Rojava ne tenê ji bo Kurdan têdikoşin. Ji bo hemû gelên Rojava têdikoşin. Êdî ji bo statu, ziman, çand û nasnameya Kurd bingehek hatiye avakirin. Ev bingeh îro ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî êrîşan tê. Tirkiye dixwaze vê bingehî hilweşîne. Li ku dibe bila bibe êrîşî nirxên Kurdan dikin."
 
AKP-MHP û ERGENEKONÊ BÛN YEK Û HIQÛQA ŞER DANÎN PÊŞ XWE
 
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, da zanîn ku AKP-MHP û Ergenekon bûn yek û hiquqa şer danîn pêş xwe û bi vê yekê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran kirin û wiha pêde çû: "Ji ber ku felsefe û fikra Birêz Abdullah Ocalan a ku ji demokrasî û aştiyê bawer dike, Tirkiye bêtir nêzîkî aştiya civakî kir. Lê ev yek li hesabê îqtîdarê nehat. Ji ber ku demokrasiyê bi îqtîdarê da windakirin, hişmendiya qekperestî pêş xist. Îqtîdarê Tirkiye xist nava şer. Pêvajoya diyalog û muzakereyê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re bi dawî kir. Me her dem diyar kir ku rêya çareseriyê û demokrasiyê Îmralî ye. Ger ku îro xeta sêyemîn a Birêz Abdullah Ocalan li Rojavayê  Kurdistanê heyvanê xwe girtibe, hemû gelê cîhanê qimetê dide vê yekê. Ev pêşketina li Rojavayê Kürdistan felsefeya Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê Tecrîd bêtir Tirkiye dixe zorê. Aştiya civakî birîn dike. Ji ber vê yekê divê dîsa rê û deriyê Îmraliyê vebe. Divê li Tirkiyeyê aştiya civakî û mekanîzmayên demokratîk pêş bikevin. 
 
GEL JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BERPIRSIYARIYEK MEZIN DIDE SER PARTIYAN
 
Bayîndîr, têkildarî wate û girîngiya yekîtiya neteweya Kurd û rola DBP'ê axivî û wiha berdewam kir: "Daxwaza gel û civaka Kurd, yekîtiya ruhê neteweyî ye. Bi taybetî ji partiyên siyasî, rêxistin û saziyên demokratîk dixwaze ku yekîtiya neteweyî pêş bixin û vê berpirsiyariyê dide ser milê partiyên siyasî. Bi taybetî di êrîşên li dijî Kerkuk, Musul, Kobanî û herî dawî li dijî Efrîn û Serêkaniye ev daxwaza civaka gelê Kurd dîsa derket holê. Ruhê hevpar ê gelê Kurd derket holê. Îro gelê Kurd û Kurdistanê bertekên hevpar nîşan dide. Xwedî daxwazên hevpar in. Wekî DBP'ê jî li ser vî bingehî em dê ji niha û şûnde jî xebatên xwe li ser esasê yekîtiya neteweya Kurd pêş bixin. Li ser bingeha erk û peyvira ku gelê Kurd û Kurdistanê derxistiye holê em dê xebatên yekîtiya neteweyî bêtir û firehtir pêş bixin. Em dê bêtir bi dîsîplîn û plan vê xebatê bimeşînin. Em di nava vê xebatê de ne. Ez bawer dikim ku em dê bi lez yekîtdiya siyasî, civakî, çandî û dîrokî peş bixin. Kurd dê karibin li ser axa xwe vê yekîtiyê di her alî de bijîn. Wekî civakek bi rûmet dê van rixnên xwe yên neteweyî li ser axa xwe bijî. Li ser vî esasî xebatên me didomin. Yekîtiya Neteweyî dê moral û hêzek pir mezin bide gelê Kurd." 
 
BI TÊKOŞÎNA YEKÎTIYA NETEWEYA KURD Û YEKÎTIYA KURDISTANIYAN KOBANÎ AZAD BÛ
 
Aydenîz, bibîr xist ku li aliyekî hêzên hegemonik êrîşên xwe zêde dikin, li aliyê din Kurd êdî xwe bi xwe bi rêve dibin û bûne xwedî hêzek mezin. Aydenîz, bilev kir ku di vê pêvajoyê de ger ku em wekî partî, sazî, rêxistin, bawerî û gelên 4 perçeyan bibin yek em dê pêşeroja xwe mîsoger bikin û got: "Na ger ku em nebin yek û rol û misyona xwe pêk neynîn, em dê vê firsenda dîrokî winda bikin. Dê destkeftiyên me ji destê me biçin. Ji ber vê yekê di vê pêvajoya dîrokî de rol û rista dikeve ser milê me divê em rast pêk bînin. Divê em bêtir li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Divê mirov bi taybetî mînaka Kobanê bibîr bixe. Ger ku îro Kobanî azad bûbe, di serî de ji ber têkoşîna yekîtiya neteweya Kurd û têkoşîna yekîtiya gelên Kurdistanê Kobanê  azad kiriye. Divê em dîsa bi ruhê Kobanê li 4 parçeyên Kurdistanê li nirxên neteweyî xwedî derkevin. Boykota li Başûrê Kurdistanê israra daxwaza yekîtiya neteweya Kurd nîşan dide. Îro erk û misyona dikeve ser hêz û partiyên Kurdan ewe ku Yekîtiya Neteweya Kurd ava bike. Îro hemû partiyên li ser navê Kurdan siyasetê dikin di yekîtiya neteweya Kurd de xwedî yek fikir in. Em jî wekî DBP heta niha çi ket ser milê me, me pêk anî, ji niha û şûnde jî çi têkeve ser milê me, em dê pêk bînin." 
 
ARMANCA POLÎTÎKAYA QEYÛM PERÇEKIRINA DESTKEFTIYÊN KURDAN E 
 
Bayindir, bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û wiha bi dawî kir: "Armanca polîtîkayên Qeyûm ewe ku destkeftiyên Kurdan perçe bike û tasfiye bike. Gelê Kurd li axa ku lê dijîn dengê xwe da vîna xwe. Xwest xwe bi xwe bi rêve bibe. Lê rejîma AKP-MHP'ê dît ku nikare rê li pêş vê yekê bigire, dest bi polîtîkaya dagirkirin û xezpê kirin. Gelê Kurd bi rêya şaredariyan li çand, ziman û dîroka xwe xwedî derdikeve. Ev rejîm bi xwe re rewşek yekperest û faşîst ava kir. Divê dîsa em bi gelê xwe re pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin. Divê dîsa em saziyên xwe ava bikin û bi rêya van saziyan pirsgirêkên gel çareser bikin. Li gel qeyûman binçavkirin û girtin jî zêde bûye. Dixwazin bi vî rengî vîna gel dîl bigirin. Lê êdî bi van polîtîkayên qeyûm nikarin zarokê 7 salî jî îkna bikin. Ev nîşan dide ku qeyûm êdî bê wate ye. Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiya Neteweya Kurd heye. Em ketine pêvajoya ku bi pênusên xwe, bi hunera xwe, bi fikra xwe, bi gotun û dengê xwe her kes ji bo yekitiya neteweya Kurd û jiyanek bi rûmet bijîn û têbikoşin." 
 
Aydenîz jî anî ziman ku dîrokê pêvjoyek daniye pêşiya wan û divê êdî hemû hêz, partî û rêxistinên civakî li dora Yekîtiya Neteweya Kurd bibin yek û vê berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. 
 
MA - Fahrettîn Kiliç / Mehmet Şah Oruç