Temellî: Navnîşana çareseriyê Îmralî ye

img
DERSÎM – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê de diyar kir ku rêya çareseriya hamû pirsgirêkan Îmralî ye û wiha got: "Çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk hilbijartina pêşwext girîng e. 
 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Dersîmê 3’emin Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dahwetê ya Dersîmê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê Alican Onlu, Semra Guzel, Murat Çepnî, Kemal Pekgoz û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Hevşaredarên Periyê Orhan Çelebî û Songul Dogan, Şaredara CHP'î ya Pertekê Ruhan Alan jî tev li kongreyê bû. 
 
Li salonê alên HDP'ê hatin vekirin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Dersîmê Hidir Çiçek axivî û gel silav kir. Piştî hilbijartina dîwanê rêz hat girtin û bi sinevizyonekê xebatên partiyê hatin pêşkêşkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku piştî kongreyê dê têkoşînek bi biryartir bimeşînin û heta hemû girtî û gelê Kurd azad bibe dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Temellî, anî ziman ku rêya çareseriya hamû pirsgirêkan Îmralî ye û wiha got: "Hemû êrîş li dijî hebûna me ne. Ji ber vê yekê em ê li çand û nasnameya xwe xwedi derkevin. Komara demokratîk vina jiyana hevpar e. Dive her kes li dora van daxwazan kom bibe. Çareseriya hemû pirsgirêkan Îmralî ye. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk hilbijartina pêşwext girîng e.  
 
Temellî nişankirina deriyên malên elewî jî rexne kir û got: "Îqtîdar bertek nîşanî vê yekê dide. Lê armanca wê şov e. Li şûna wan ceza bike tenê bertek nîşan dide. Divê pirsgirêka elewiyan bi siyasetê çareser bibe. Yek ji pirsgirêkên mezin pirsgirêka Kurd e. Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di Îmraliyê re derbas dibe."
 
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Ji bo Rêxistina HDP’ê ya Dersimê Îbrahim Kasun û Nurşat Yeşîl  hatin hilbijartin.