Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin

img
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a helwesta xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman aşkere dike, wiha got: “Emanet û vîna gel rûmeta me ye, em ê teslîm nekin.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku ew ê vê rewşê rawestîn in û got: “Di 31’ê Adarê de me nîşanî tevahiya Tirkiyeyê da ku em ê bidin rawestandin.”
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervûn Buldan û Sezaî Temelî di civînê de axivîn. Ewil Pervin Buldan diyar kir ku HDP partiyek mezin a tevgera siyasî ye û wiha got: "Niha tekane rêya ji xelaskirina vê pêvojaya zahmet, faşist û tekperest HDP ye. Têkoşîna hevpar a bi HDP’ê ye. Rejîma otorîter, hemû rêyên demokratîk û jiyana bi rêxistin, li pêşiya gel girtiye û ji bo xwe ev yek kiriye armanc. Astengiya herî mezin a li pêş vê rejîma otorîter HDP ye. Ji ber ku HDP'ê bi rêxistin dibîne êrîş dike. Hevî û xelasî HDP ye. Ya esil pirsgirêkên civakê tîne rojevê û li çareseriyê digere û têkoşîna vê yekê dide HDP ye. Tekane partiya muxaletefa civakî dike HDP ye. Tu hêz nikarin vê heviyê bitemîrînin. Tu hêz nikarin HDP’ê hilweşînin. Têkoşîna me ya siyaseta demokratîk dê bi israr bidome. Îro talûkeya herî mezin a li pêş Tirkiyeyê îktîdara AKP'ê ye. Polîtîtîkayên wê yên vîna gel a demokratîk tune dihesibîne ye."  
 
ŞAREDARIYÊN ME XESP DIKIN
 
Buldan, anî ziman ku piştî wan di hilbijartina 31'ê Adarê de ji qeyûman stendin, niha dîsa yek bi yek xesp dikin û wiha axivî: "Dest bi diziya ku di dîrokê de mînaka wê tune dikin. Ji hilbijêrên Kurd re dibêjin hûn nikarin bi rêve bibin û ji destê wan digirin. Dijmantiya demokrasî û Kurdan gihniştiye vê astê.  Dema em li dîrokê dinerin, hişmendiya Seyit Rıza darve kirin derdikeve pêşberî me. Hişmendiya îttihatkar derdikeve pêşberi me. Hemû vîn û hilbijêrên ji aliyê gel ve tên hilbijartin ji peyvirê digirin. Hişmendiya AKP'ê jî heman tişt e. Êdî binê sindoqê hat dîtin û îqtîdara wan hildiweşe. Ji ber vê yekê piştî 31'ê Adarê serî li rê û rêbazên dervê hiqûqê dan. Dest bi tayînkirina qeyûman kirin.
 
EV SEDSALA DESTKEFTIYÊN KURDAN E
 
Buldan, anî ziman ku ev sedsal sedsala destkeftiyên Kurdan e û wiha axivî: "Divê îtîfaqa Kurdan tenê bi hilbijartinan ne bi sînor be. Divê Kurd ji bo pêşeroja xwe îtîfaqa xwe ava bikin. Divê Kurd li dijî vê hişmendiyê tifaqa xwe xurt bikin. Gelê me qet ne bi tenê ye. Emanetê ku wan teslîmî me kiriye rûmeta me ye. Em dê li vî emanetî xwedî derkevin. Em destkeftiyên gelê xwe tu carî teslîm nakin."  
 
TEMELLÎ. NIHA DEMA HIŞKIRINA VÊ ÎKTÎDARÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî wiha got: “Em niha dema herî tarî dijîn. Ji ber xizaniyê mirov întîhar dikin. Jin û ciwan betal in û peşeroja wan nediyar e. Krîza aborî u siyasî pêşeroja me tarî dike. Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê bi navê kurt Rejîma Qesrê ye. Niha hiqûq hatiye rawestandin. Bi pêvajoya OHAL'ê halekî nû hatiye avakirin. Ev halê niha karakterê bingehîn yê pergala Hikûmetê ya Serokomariyê ye. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê îktidar bi lez û bez ket êrîşê. Ji roja ewil de amadekariya tayînkirina qeyûman kiribû. Dizanîbûn ku êdî têk diçin û nikarin li ser piyan bimînin. Polîtîkaya şer xistin meriyetê. Ji ber vê yekê di qeyûman de israr dikin. 
 
Salek di ser Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re derbas bû. Hêj salek we xelas nebû vê pergalê îflas kir. Gelê Kurd bersîva herî xurt da. Gelê Tirkiyeyê û jinan bersîv da. Werin em bi hevre xwe ji vê iktîdarê xilas bikin. Niha tam dema ku em xwe bi hevre ji vê îktidarê xelas bikin e. Ger ku em vê yekê pêk nînin hemû destkeftiyên me yên demokratîk û mafên me yên bingehîn dê yek bi yek têk biçe. Em îro di bin zextên faşizmê û post-faşizmê de  ne. Em diu bin zextên rejîma otoriter  de ne. Le divê em ji bîr nekin îtîfaqa demokratîk bibe yek, çawa di 31'ê Adarê de me gavek bi hêz avêt, em dê dîsa gavek bi hêztir bavêjin."