Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin

img

ENQERE - Rêxistina HDP’ê bi armanca nexşeya pêşerojê niqaş bike li hev kom bûn. Di civînê de Dayika Aştiyê Raîfe Ozbay bersîv da pêşniyara "Sîne-î Milet" û got: "Divê şêr cihê xwe ji rojiyan re bernedin."

Rêxistina HDP'ê bi armanca balê bikişînin ser tayinkirina qeyûman, zextên li ser gelê Kurd û bi armanca nexşerêya pêşerojê diyar bikin bi hevserokên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên kurdan re li Otela Hiltonê civîn li dar xist. Civîn li Otelê bi niqaşan berdewam dike. Gelek nûnerên rêxistinên civakî, sendika, vakif û partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê ji di navde 500 kes amade bûn. Di civînê de Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Bedran Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê OSP'ê Sinan Çiftyürek, ji heyeta Îmraliyê Sırri Sureyya Onder, nivîskar Oya Baydar, Helbestkar Ahmet Tellî, Nivîskar Rojnameger Huseyin Aykol, Akademisyen Baskin Oran û Siyasetmedar Nesrin Nas jî di navde gelek kes amade bûn. Ji Partiya Saadetê (SP) Cihangir Îslam û Parlamenterê CHP'ê Mehmet Bekaroglu jî tev li civînê bûn. 
 
Bermame bi hatina hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî dest pê kir. Beriya civînê pêşandana sinevizyonê hat nîşandan. Bal kişandin ser plana Islahata Şarkê û zextên li ser HDP'ê. Dîsa li dijî tundiya li ser HDP'ê bal kişandin ser berxwedana xwe. 
 
DIVÊ EM BI HEVRE BIN Û XWE VENEKIŞÎNIN
 
Di civînê de ji Meclîsa dayikên Aşityê Raife Ozbay bi kurdî axivî û got: "Bi salane em di vê rêyê de têdikoşin. Me xwişk û biratî xwest. Lê wan her dem êrîşî me kirin. Divê em dîsa destê xwe bidin hev û bi hevre têbikoşin. Divê em li nasnameya xwe çanda xwe û partiya xwe xwedî derkevin. Divê tu kes xwe paşve nekişîne. Divê em li têkoşîn û partiya xwe xwedî derkevin. Em bi zorê hevşaredar û parlamenterên xwe hildibijêrin. Lê wan ji peyvirê digirin, digirin û sirgûn dikin. Divê Şêr ji meydanê venekişin û rovî nekevin cihê wan. Em ji bo her çar parçeyan jî yekîtiyê dixwazin. Em êdî zane û xwedî hêz in. Divê tu kes xwe venekişîne. Divê bêtir em yek bin. Yekîtî yekîtî yekîtî." 
 
Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu jî anî ziman ku Cizîr bi salan bi berxwedanê bûye rûmeta gelê Kurd û wiha got: "Gelê Cizîrê tu carî dest ji têkoşîna bi rûmet bernedaye. Dixwazin têkoşîn û berxwedana gelê Cizîrê biqedînin. Di sala 2014'an de me Şaredarîe ji sedî 82'an qezenç kir. Lê di sala 2016'an de qeyûm tayîn kirin. Qeyûm ewil nirxên gelê Cizîrê peykerê Orhan Dogan hilweşand. êrîşî nirxên gel kir. Gelê Cizîrê her dem li ser piyan e û li ber xwe dide. Tu hêz nikare vîna gelê Cizêrê têk bibe. Em Kurd in. Kurd ji dayik bûn û em dê Kurd bijîn. Hûn nikarin me xelas bikin." 
 
Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî jî anî ziman ku ji bo pirsgirêka gel çareser bikin tespît kirin û dest bi xebatên çareseiryê kirin û wiha got: "Me Kooperatif ava kirin. Em hêj li ser karê xwe ne. Her çend di 13'ê mijdarê de qeyûm tayîn kiribin jî em li ser karê xwe ne. Wan di 38'an de Dersîm teslîm negiritn, di 80'ê de Dersîm teslîm negirtin dê di 13'ê mijdarêde jî nikaribin me teslîm bigirin."