Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?

img

WAN - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze komên mîlîtarîst li herêmê bi cih bike û got: "Kî 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' (SMO) fînanse dike?" 

Parlementera HDP'a Edeneyê Tulay hatîmogûllari, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û projeyên wê yên derbarê penaberan de nirxandin. 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku AKp bi êrîşan dixwaze herêmê radestî komên mîlîtarîst bike, lê belê gel jî li hemberî van polîtîkayan li ber xwe dide. Hatîmogûlalri, destnîşan kir ku gelê kurd tevî gelê ereb li dijî êrîşan têdikoşe û got: "AKP, dixwaze di navbera Tirkiye û Kurdistanêd e herêmeke bi ewle çê bike û penaberan bi cih bike. AKP, bi van polîtîkayên xwe dixwaze di navbera gelê ereb û kurd de şerekî derxîne û vî şerî dirêj bike. Armanca AKP'ê û welatên kapîtalîst ev e; demografiyê biguherîne, Sûriye û Kurdistanê kontrol bike û gelê kurd têxe bin hikmê xwe. Armanceke wî ya din jî wê derê bê îstikarar bihêle û veguherîne." 
 
Hatîmogûllari, pirsî û got, kî "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" fînanse dike? 
 
‘DIVÊ HEBÛNA KURDAN BÊ NASKIRIN' 
 
Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê kurd di Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigirin û di Qanûna Bingehîn a Nû de kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur bên naskirin û got: "Ji destpêkê ve em di warê fikrî de Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê diparêzin. Rêveberiya Xweser li hemberî DAIŞ'ê têdikoşe û bedêlên giran daye. Ji ber van bedêlan teqez divê Rêveberiya Xweser di Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire. Li Sûriyeyê bi salan e şer didome. Bis aya kurd, ereb û gelên din Sûriye li ser piya ye. Loma divê kurd û Rêveberiya Xweser bê naskirin. Ev daxwaza me ya gerdûnî ye." 
 
Hatîmogûllari, li hemberî polîtîkayên şerî yê îktîdarê bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: "Divê em li hemberî zextên li ser gelê kurd bi hev re tev bigerin. Li hemberî faşîzmê pêdivî bi dengekî bilind heye."