Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve

img

ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bûye karakterekî herêmî û kurevî û wiha got: "Bi qasî kes nikare texmîn bike Kurd bûne yek. Hûn nikarin meseleyê li Suriyeyê, Moskovayê û Washingtonê çareser bikin. Tirkiye êdî nikare ji vê pirsgirêkê bireve û xwe bide alî. Pirsgirêka sed salan e û navê wê pirsgirêka Kurd e. " 

Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, li ser daxwaza plana butçeya 2020'an a ku li Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê niqaşa wê tê kirin axivî. 
Ozsoy, polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve rexne kir û wiha got: "Di polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve de paşketin heye. Şaşiyên polîtîkayên derve gelek zêde ne. Çiqas kesên nikarin siyasetê bikin hemû bûne sefîrên derve yên Karên Derve. Egemen Bagiş, xistin çavê her kesî û kirin Sefîrê Pragê. 
 
'TIRKIYE BI TENÊ MAYE' 
 
Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş di cîhanê de bi tenê maye û wiha axivî: "Di nava 10 salan de nerîna Ewropa ya li hemberî Tirkiyeyê hat guhertin. Ji ber vê yekê Meclîsa Nûneran a DYA'yê der barê Tirkiyeyê de biryar girtin. Parlamentoya Ewropa (PE) muzakereyên bi Tirkiyeyê re rawestandin. Bi êrîşên li dijî Sûriyeyê re Tirkiye bi temamî tenê ma. Her çend wezîr (Mevlüt Çavuşoğlu) di platformên navneteweyî de pesnê xwe bide û bêje Tirkiye bûye xwedi itibar jî biryarên tên dayîn li dijî vê yekê ne." 
 
Ozsoy, bal kişand ser xeta sînor ku Tirkiye dixwaze weki "Herêma Ewle" ava bike û wiha got: “Hûn her tim dibêjin Em li Sûriyeyê 30 kilometre pêşve diçin. Gelo 30 km hêzên wir xwe paşve vekişîne ma dê dîsa ne çîronên hev bin. Bexdadî 5 km li dervê sînorê Tirkiyeyê hat kuştin. Mirovê duyemîn ê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin. Êdî kes ji we bawer nake. Hafiz Esad negotiye 30 km. Gotiye 10-15 km. Hûn de Kurdan ji Sînor dûr bixin û ereban li wir bi cih bikin. Ev sûcê şer e. 50 salin Tirkiye heman polîtikayan dimeşîne. Êdî kes ji Tirkiyeyê bawer nake. 
 
Ozsoy, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bûye karakterekî herêmî û kurevî û wiha got: "Bi qasî kes nikare texmîn bike Kurd bûne yek. Hûn nikarin meseleyê li Suriyeyê, Moskovayê û Washingtonê çareser bikin. Tirkiye êdî nikare ji vê pirsgirêkê bireve û xwe bide alî. Pirsgirêka sed salan e û navê wê pirsgirêka Kurd e. Di êrîşê de sureya Fetîhê li mizgeftan xwendin. Gotin 'Arteşa Muhammedin çû têkoşîna li dijî kafiran bimeşine' Dîmenên ji Serêkaniyê hatin hene. Çûn li wir xanî şewitandin. Talan û wêran kirin. Arteşa we navê Muhammed lê kir û zarokê bi navê Muhammed li Sûriyeyê bi fosforê şewitandin."