Olûç: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankiriye û got: “Em ê li her qadê li dijî qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhabn Olûç, li Meclîsê, têkildarî rojevên heyî nirxandin kirin. Olûç, dest pê kê derbarê qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê yên hatin kirin de axivî û diyar kir ku bi fermana Wezîrê Karê Hûndir bi giştî qeyûm tayînê 24 şaredariyên wan hatin kirin û hevşaredarên wan ji peywirê hatin dûrxistin. Olûç, da zanîn ku heya roja îro 36 hevşaredar hatin binçavkirin û 14 jê hatin girtin. 
 
’ME 65 ŞAREDAR QEZENC KIRIN Û 24 ŞAREDARÊN ME DESTE SER KIRIN’
 
Olûç, da zanîn ku tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankiriye û wiha axivî: “Gav bi bav vê plana xwe pêk tînin. A rastî dixwazin rejîmeke tayînkirinê ava bikevin û ev gavên wê yên dest pê kê ne. Ji ber vê tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka HDP’iyan, hilbijêrên HDP’iyan û me ye. Ev, vîna gel tune hesibandine û bipêkirin e. Ev xespkirina mafê hilbijêrane. Me 65 şaredarî qezenc kirin, lê 24 şaredariyên me deste ser kirin.” 
 
‘DIVÊ HESAB BIDIN’
 
Olûç, bal kişand ser sedemên plana tayînkirina qeyûman û wiha bilêv kir: “Mufetîşên Wezareta Karê Hûndir çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û raporek amade kirin. Di meha Îlonê de ev rapor amade kirin û derket holê ku ji 400 rûpelan pêk tê. Em besha fatûreyên ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Fîkrî Işik, Suleyman Soylû, Mehmet Ozhasekî, Abdurrahîm Boynûkalin û Firat Sîlver hatine birin dikin. Em behsa fatûreyên ji Firat Sîlver hatine girtin dikin. Lê rewşeke kembaxtir div ê raporê de heye. Di vê raporê de tê gotin ku divê modela Mêrdînê li qeymeqamtiyekê bê avakirin. Modela Mêrdînê jî wiha pênase dike. Divê rêveberiya herêmî di destê walîtiya nûneritiya hikumeta navendî dike de be. Lazime ku ev pergal bê avakirin. Ango rapor dibêje ku, bila meclîsa şaredariyê bi hilbijarinê bê avakirin, lê serokê şaredariyê bila serokkomar tayîn bike. Bi taybetî jî, ev ji bo bajarên me yên ku ewlekariya mîllî dikeve xeteriyê pergalek girînge.”
 
‘DIJMINANTIYA KURDAN DEWAM DIKIN’  
 
Olûç, dest nîşan kir ku dijminantiya kurdan dewam dikin û wiha pê de çû: “Ev hikumet, hiqûqeke dijminantiyê bi rêve dibe. Ne tenê mafê hilbijartinê bin pê dikin, di heman demê de nelirêtî dikin û pêşiya darizandinê digirin. Bi vê sûcek mezin dikin.”
 
‘MAFÊ BUTÇEYÊ XESP DIKIN’
 
Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Weke ku tê zanîn mafê butçeyê gerdûniye û di tevahiya parlamentoyên cîhanê de mafê herî girînge. Gel dixwaze ku bacayên didin bi kuve diçe û ji bo çi tê xerç kirin. Gel di vî warî de xwedî mafê rexnekirinê ye. Lê ev du salin dibin navê pergala Hikumeta Serokkomariyê de, mafê bacayê tê xespkirin. Ji bo di Meclîsê de jî ji gorî tê xwestin meseleya butçeyê nayê nîqaş kirin. Em niha bi xeteriyek mezin re rû bi rû ne.”
 
Olûç, dûre bersiv da pirsên rojnamegean û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roja çarşemê li Enqerê civîneke me heye. Em ê rapora derbarê tayînkirina qeyûman de aşkere bikin. Di heman demê de em ê deklarasyonekê jî bi weşînin. Hevserokên me yên giştî wê vê deklarasyonê aşkere bikin. Emê li her qadê li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin.”