Paylan ê HDP’î: Erdogan û Bahaçelî, dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin

img

AMED - Parlementerê HDP’ê Garo Paylan, balkişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û got: “Ev ji bo Erdogan û Bahçelî ne formulek nû ye. Dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Rezan a Amedê, bi şîara “Bi siyaseta demokratîk em ê faşîzmê hilweşinîn, civakê azad bikin” 3'yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li saloneke dawetê ya Taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan hat lidarxistin. Parlementerên partiyê, Hevserokên bajêr, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Jin jiyane, jiyanê nekûje” û “Duh me bi ser xistin, emê îro jî bi ser bixin” bi salona kongreve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirinê, ji bo dîwana kongre hilbijartin hat kirin. 
 
‘DIXWAZIN KURDISTANA BAŞÛR DAGIR BIKIN’   
 
Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz piştî hilbijartina dîwanê, di kongre de axivî û wiha got: “Ligel hemû zextan jî em rêxistina xwe mezin dikin. Emê tim li dijî faşîzmê li ser piyan bin. Li Rojhilata Navîn şerek qirêj heye. Divê gelê me tim li dijî vî şerî li ser piyan be. Çawan ku Efrîn dargir kirin, dixwazin Kurdistana Başûr jî bi heman awayî dagir bikin. Li dijî vê dijminantiyê, divê yekitiya neteweyî sekneke dijber nîşan bide. Îro dîsa tecrîda li Îmraliyê kirine dewrê. Ger şer nexwestibana Serokkomar ne diçû mala Devlet Bahçelî. Divê deriyê Îmralî bê vekirin. Emê bi hêza xwe ya rêxistinkirî û sekna xwe  deriyê Îmraliyê vekin.” 
 
‘DIVÊ EM PÊŞIYA VÎ ŞERÎ BIGIRIN’   
 
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî, bal kişand ser pêvajoya şer a di sala 2015’an dest pê kir û wiha got: “Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerek qirêj heye. Divê em pêşiya vî şerî bigirin. Şerê ku tê meşandin li ser înkara Kurdan hatiye avakirin.” 
 
PAYLAN: HEWL DIDIN HEMA TIŞTÎ BIKIN
 
Parlenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî, di kongreyê de ev tişt gotin: “Îro nîqaşên ‘korîdaro aştiyê’ û gefên êrîşê yên li ser Bakurê Sûriyeyê hene. Erdogan penaberan weke kartan bi kar tîne. Dîsa Rûsya karta xwe bikartine û blöf dike. Berî sed salan Talat û Enver Paşa ev yek kirin. Ev ji bo Erdogan û Bahçelî ne formulek nû ye. Enver û Talat Paşa çi kirin, îro hewl didin wê bikin. Lê niha li dijî wan gelekê pir bi rêxistin kirî heye. Erdogan li ser sînor artêş kiriye rêzê û behsa korîdorek aştiyê dike. Çawan dibe ku bi tank, topan û balafirên şer korîdora aştiyê vekin? Ka lê meze bikin êdî ketine çi halî.”  
 
HEVSEROKÊN NAVÇEYÊ HATIN HILBIJARTIN
 
Piştî axaftinên di kongreyê de hatin kirin, raporên malî û xebatên partiyê hatin xwendin. Di encama hilbijartina di kongreyê hat kirin de, ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezanê Fatma Kavmaz û Mehmet Atlihan hatin hilbijartin.