Onlu: Me dît ku em pir navendî bûne

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu, têkildarî 1'emîn Konferansa HDP'ê ya li Amedê axivî û got: "Me dît ku em pir navendî bûne. HDP xwedî fikrek xurt e.  Divê fikr hêza xwe ji herêmê bistîne. Divê modela rêxistinbûnê, tarza siyasetê û mekanîzmaya biryarê divê xwe ji herêmê û bingehê pêş bixe." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP), bi armanca modela serdema nû ya rêxistinê derxin holê li 7 herêmên Tirkiye konferanslarên herêmê li dar xistin. Di her konferansê de pirsgirêk û kêjeyên herêmê yên xweser hatin niqaşkirin. Niqaşên berfireh hatin kirin. Têkildarî xebatên rêxistinbûna nû nirxandin û pêşniyar hatin kirin. Ji bo modela nû ya rêxistinê pêşniyarên nû hatin girtin. Di konferansan de rewşa giştî ya rêxistinî ya partiyê û modela nû ya rêxisttinî pratîkên heyî û nû hatin niqaşkirin. HDP'ê herî dawî di navbera 3-4'ê Tebaxê de li Amedê 1'emîn Konferansa HDP'ê ya Navendî li dar xist. Têkildarî encama Konferansê Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Rêxistinê ya HDP'ê Alîcan Onlu ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Onlu, anî ziman ku dîtin pirgsirêka wan a navendîbûnê heye û wiha got: "Partî di milê fikrê de xwedî hêz e. Piştî niqaşên dirêj me pirsgirêk tespît kirin. Ji ber ku HDP xwedî fikrek bi hêz e, civaka Tirkiye li vê fikrê xwedî derdikeve. Di Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an û 23'ê Hezîrana 2019'an de ev yek derket holê. Heviyek jî derket holê. Lê li aliyê din li gorî ku gel heviya xwe bi partiyê ve girê daye rexistinbûn tune ye. Yên ku hêza wan a fikrî xurt be, divê heza wan a rêxistinî jî xurt be. Divê em li gorî pêdiviyên civakê hemû qadan bi rêxistin bikin. Divê em siyaseta demokratîk bi rêxistin bikin. Disa divê em xwestina nasnameyê bi rêxistin bikin. Yê rêxistinê bi rêve dibe kadroyên wê bi xwe ne. Divê milê rêxistinî û fikrî bi hevre pêş bikeve." 
 
'EM PIR NAVENDÎ BÛNE' 
 
Onlu, anî ziman ku di pêvajoya Konferansê de dîtin ku pirsgirêka navendîbûnê li pêş wan heye û wiha got: “Divê fikriyat xwe bispêre rêveberiyên herêmî û bingeha xwe ji herêmê bigire. Modela rêxistinbûnê û siyasetê û mekanîzmaya biryarê divê xwe ji hêza herêmî bistîne. Ne rêxistinbûna citkanî, rêxistina berpanî (ya nava gel) pêş bikeve. Me dît ku em pir navendî bûne. Ji asta biryargirtinê heta tarza rêveberiyê tarza navendîperestiyê û çitkarî pêş ketiye. 
 
MA / Zemo Aggoz