Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay têkildarî hilbijartian Stenbolê daxuyanî da û got: “Zimanê qûre û serdest winda kir. Li hundir û derve pêdivî bi polîtîkayek aştiyane û wekhevî heye. Divê li gel Ocalan bê rûniştandin û çareserî bê axaftin.” 

 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Grnay Kubîlay beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendê ya HDP’ê ku encama hilbijartinê binirxîne li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Kubîlay bal kişand ser pêvajoya piştî hilbijartina 31’ê Adarê û got: “Xwestin vîna gelê Stenbolê xesp bikin. Gelê Stenbolê bersiva herî tund nîşan da û şaredariya xwe paş ve wergirt. Ev tenê ne hilbijartina şaredariyekê bû. Hilbijartina Tirkiyeyê bû.” 
 
‘BENDEWARIYA ME EW KU DEMOKRASIYA XWECIHÎ BI HÊZ BIBE’ 
 
Kubîlay da zanîn ku di hilbijartina Stenbolê de Ekrem Îmamoglu bi ferqek mezin bi ser ketiye û ew wek HDP’ê serkeftinê ji Îmamoglu re dixwazin. Kubîlay anî ziman ku stratejiya wan ji bo bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê da ku demokrasiya herêmî araste bike destek dane CHP’ê û bendewariya wan a ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî gellek e. Kubîlay diyar kir ku ew hêvî dikin ku dê ji niha şûn ve kes îradeya demokratîk a gel bi zordestiyê ji dest dernexe û got: “Li Stenbolê tenê demorkasî bi ser neket, ên Senbolê winda kirine hene. Ya ku Stenbolê winda kir bloka îktîdarê ye. Yên Stenbolê winda kirin ên ku zimanê wan qûre û serwer bû. Siyaseta şer û berbendiyê winda kir. Şaredariya rantê û diziyê winda kir. Kesên di bin navê veguhertina bajarvaniyê de Stenbolê bi betonê fetisandin winda kirine. Divê ev baş bê fêmkirin.” 
 
‘HILBIJARTINÊ REJÎMA OTORÎTER HILWEŞAND’ 
 
Kubîlay da anî ziman ku di hilbijartina Stenbolê de rejîma otorîter a ku Erdogan û Bahçelî dixwestin ava bikin hilweşand û hilbijartina Stenbolê ji hilbijartina şaredariyê derketibû û veguherî dê kî demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê bi dest bixe bû. Kubîlay got di hilbijartinê de derket holê ku polîtîkaya mîlîtarîst û şer îflas kiriye. Kubîlay da zanîn ku êdî Tirkiye neçare polîtîkaya hundir û derve veguherîne polîtîkaya aştiyane û li şûna ku li ber beriyên Washîngton û Moskova li çareseriyê digerin divê li ber deriyên xwe li çareseriyê bigerin. 
 
‘PÊWÎSTE JI BO ÇARESERIYÊ BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ RÛNIŞTANDIN’ 
 
Kubîlay anî ziman ku pêdiviya Tirkiyeyê li derve û hundir bi polîtîkayên aştiyane û wekheviyê hene û got: “Çareserî komara demokratîk e. Ji bo vê yekê jî hemû muxalefet neçare di hevpariya demokrasiyê de bên gel hev. Tişta ku dikeve ser milên HDP’ê pêk tîne. Vê hilbijartinê jî ji bo Tirkiyeyê ku wek birêz Ocalan û HDP dibêje derfet daniye pêşiya Tirkiyeyê. Êdî polîtîkaya şer û şidetê têkçûye. Pêwîste hevok û peyamên Ocalan êdî veguherînin fersendê. Divê li gel Ocalan bê rûniştandin û çareserî bê axaftin. Di hilbijartina Stenbolê de jî hat nîşandan ku muxatab birêz Ocalan e. Di mijarên ji bo çareseriyê de wezîfeyek mezin jî dikeve ser milê parlamentoyê jî. Ji bo her gavên demokrasiyek hevpar dê HDP jî piştevaniya herî hewcedar nîşan bide.”