Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan

img
STENBOL – Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê  Bînalî Yildirim dengê xwe da û got: “Biryara ku gelê Stenbolê bide li ser serê me û serçavê me cihê wê heye.” 
 
Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim li dibistana Emlak Konut Cemîl Merîç a li navçeya Tuzlaya Stenbolê dengê xwe bikar anî. Yildirim bi neviya xwe Ahsen Yildirim re zerfê avêt hundirê sindoqê. Yildirim axivî û û got: “Heke bi zanebûn an jî nebizanebûn me xeletiyek li hember Stenbolî û rikberên xwe kiribe ji wan helalîye dixwazim. Dibe ku di dema kampanyayê de di navbera rikber û welatiyan de şikestinek çêbûbe. Îro roja devjêberdana dilmayînê ye û dema em li siberojê binêrin e.” 
 
Yildirim bal kişand ser biryara gelê Stenbolê jî û got: “Biryara ku gelê Stenbolê bide li ser serê me û serçavê me cihê wê heye. Teqez wê gel biryara rast bide. Ez bi dil û can ji vê bawer dikim.”