Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, derbarê nameya Ocalan ji wan re şandin û duh li ser AA hat serwîs kirin de axivî û got: “Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, emê di 23’yê Hezîranê de jî eynî helwestê nîşan bidin.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, derbarê nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji wan re şandin û duh li ser AA hat serwîskirin daxuyanî da. Temellî, diyar kir ku helwesta wan a 31’ê Adarê çibû, ewê di 23’yê Hezîranê de jî eynî helwestê nîşan bidin.‘DAXUYANIYÊ JI GIRÊDANBÛNA DÎROKÎ QÛT DIKIN’
 
Temellî, diyar kir ku Ocalan berê jî di daxuyaniyên xwe de, besha çareseriya dubendiya siyaseta Tirkiyeyê ya di navê deye kir û di vê daxuyaniya xwe de carek din bal kişand ser vê yekê û wiha got: “Birêz Ocalan qala çareseriya demokratîk dike. Behsa lihevkirina qanûna bingehîn û demokratîk dike. Ev mijareke pir girînga ya divê bê gotine. Helbet em jî, bi tifaqa demokratîk, li ser bingeha hemwelatîbûyîna wekhev û welatîbûna qanûna bingehîn, hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî di warê kûrewî nêzî vê ferasetê ne. Li ser vî esasî di warî siyasî de em xwe ber çavan re derbas dikin. Ji ber vê  nabe ku daxuyaniyê Ocalan ji girêdanbûna dîrokî bê qûtkirin.”
 
‘HEMLEYÊN ME YÊN PÊŞIYA RÊYA SÊYEMÎN VEKE DÊ HEBIN’
 
Temellî, da zanîn ku AKP li ser gelê Kurdan tim propagandeyên reşkirinê bi rêve dibe û wiha got: “Em di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin. Nabe ku mirov di vê pêvajoyê de hesabên hilbijartinê bike. Ji xwe me hemleya xwe di warê stratejîk de ji berê de diyar kiribû. Di kîşan mijarî de dibe bila bibe, pişt:î 24’ê Hezîranê, hemleyên me yên pêşiya rêya sêyemîn veke dê hebin.” 
 
'EV HILBIJARTIN JI ME REFERANDÛMA DEMOKRASIYÊ YE’
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji roja dest pê kê ve, HDP’ê nêzîkatiya xwe ya li Stenbolê danî holê. Stratejiya me ji bo 23’ê Hezîranê danî holê ne tevlîheve. Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be. Ji bo rêya sêyemîn divê HDP hêza xwe ya stratejîk a siyasî di sindoqan de dane holê. Ev hilbijartin ji bo me referanduma demokrasiyê ye.”