Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike

img

STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, beriya hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê ku dubare bê kirin bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û got: "Ev hilbijartin bi aliyekî hilbijartina demokrasiyê ye û bi aliyekî hilbijartina Şirnex, Mûş, Milazgîr, Tetwan û Bedlisê ye." Temellî, li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha got: "Peyamên Ocalan ji bo siyaseta Tirkiye û pêşeroja Tirkiye pir girîng e. Divê her kes bi wî re hevdîtin bike." 

Hilbijartina Stenbolê ku di 31'ê Adarê de Namzetê Tifaqa Millet Ekrem Îmamoglu bi ser ket û li ser îtiraza AKP-MHP'ê dîsa bi destê YSK'ê hat betalkirin dê di 23'ê Hezîranê de dubare bibe. Beriya hilbijartinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî her çend namzet nîşan nedabe jî ji bo eniya demokrasiyê bi ser bikeve û AKP têk biçe xebatê dike. HDP li dijî îtîfaqa AKP-MHP'ê bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenteran kolan bi kolan li Stenbolê xebatan dike. Tekildarî hilbijartinê û Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nirxandin kir û got: "Berî her tiştî betalkirina hilbijartina 31'ê Adarê ya Stenbolê li dijî hiqûqê ye. Ev bê hiqûqiya bi destê YSK'ê hat kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em ê ji vê bê hiqûqî û bê edaletiyê re bêjin bes e. Ev bê hiqûqî tenê bi Stenbol ne bi sînor e. Li Milazgîrtê û Şirnexê bê edaletî heye. Ev şaredariyên me bi lîstikan hatin xezpkirin. "
 
'HILBIJARTINA STENBOLÊ REFERANDUMA DEMOKRASIYÊ YE' 
 
Temellî, destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê êdî referanduma demokrasiyê ye û wiha got: "Gel wê li dengê xwe xwedî derkevin. Wê vîna xwe Dîne holê. An wê bi erêkirina Erdogan rejîma otorîter, zilmkar, xizanî û bindestiyê erê bikin, an jî wê dengê xwe bidin demokrasiyê û aramî û aştiyê tercîh bikin. Bloka AKP-MHP'ê hewl dide rejîma otoriter serdest bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin referanduma demokrasiyê. 
 
Hişmendiya 25 salan bajar kiriye bajarê rantê. Nexşeya dîrokî, çandî û bajarvaniyê têk biriye. Stenbol bûye hafizaya rantê ya AKP'ê. Li ser sektora înşaetê xwe mezin kiriye. Bi rantê xizanî jî pêş xistiye. Zengîniya neheq pêş xistiye. Ji ber vê yekê ger ku AKP Stenbolê winda bike îktîdara xwe winda dike. Stratejiya AKP'ê ya hilbijartina 31'ê Adarê û ya 23'ê Hezîranê pir ji hev cuda ye. Berê ji me re gotin 'terorîst' û digotin 'Bicehemin'. Lê niha qala mafê kurdî dikin. Heta niha Kurdî li meclîsê "Zimanê Nayê zanîn" û "X" bû. Gotina Kurdistanê sedema sûc bû. Lê diçin Amedê qala Kurdistanê dikin. Li Bedlîs û Tetwanê tabelayên Kurdî daxistin. Ev nîşan dide ku çiqas di gotin û pratîka xwe ne de samîne. Ji ber vê yekê ev hilbijartin hilbijartina Mûş, Şirnex û Bedlisê ye. Pêdiviya me li vî welatî bi aştiyek bi rûmet û avakirina Komara demokratîk heye. Têkoşîna me ya azadiyê ji bo avê yekê ye. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêkên din çareser nabin. Niha 200 hezar hilbijêrên me yên di hilbijartina 31'ê Adarê de neçûn ser sindoqan hene. Em ê van hilbijêran bibin ser sindoqan. Ev ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Ev hilbijartina edalet, aştî, demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê em ê teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."
 
 
'OCALAN GOT KURD BÊ TIRK Û TIRK BÊ KURD NABIN'
 
Temellî, herî dawî bal kişand ser gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha lê zêde kir: "Em aştiya Kurd û Tirkan dixwazin. Wekî Brêz Ocalan jî di hevditina xwe ya dawî de got: "Kurd bê Tirk, Tirk jî bê Kurd nabin. Em ê têkoşîna xwe ya jiyana hevpar berdewam bikin. Komora Demokratîk formulê jiyana bi hevre ye. Emê jiyana hevpar û Komara Demokratîk ava bikin.  Peyama Ocalan girîng e. Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike. Ne tenê rayedarên dewlete divê her kes karibe bi Ocalan re hevdîtin bike. Divê her kes karibe nabe bişîne li qunçikê xwe û rojnameyên xwe binivîse. Dikaribe li rojnameyan binivîse. Peyama Ocalan ji bo siyaseta Tirkiye pir girîng e. Îro meseleya Kurd di nava siyaseta Rojhilata Navîn û cihanê de cihekî navendî digire. Ji ber vê yek peyama Ocalan pir girîng e. Divê her kes bi Birêz Ocalan re diyalogê pêş bixin. Divê her kes deng bidin dengê wî. 
 
'OCALAN GIRÎNGIYÊ DIDE LIHEVHATINA CIVAKÎ' 
 
Temellî, bal kişand ser peyama Ocalan a li hevkirina civakî û wiha got: "Birêz Ocalan di her hevditinê de qala lihevkirina civakî dike. Qala civaknasiya Tirkiye dike. Qala derûnî, aborî, û polîtîkaya gelê Tirkiye dike. Pir alî dinirxîne. Bi çavê jeopolitik lê dinere û herikîna jeopolitîk dinirxîne. Gelê Kurd tenê li ser erdnîgariya Kurdan najîn. Gelê Kurd di serî de li Stenbol û gelek bajarên mezin ên Tirkiye dijîn. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dibêje Kurd bê Tirk û Tirk bê Kurd nabin. Dîsa civaka Kurd û Tirk ketine nava hev. Gelên din tev ketine nava hev. Ji ber vê yekê divê li hevhatina kûr. Divê hemû cudakarî bên rakirin. Ji ber ku heta niha dewlet li ser siyaseta cudakariyê Kurd tune hesibandine. Kurdî tune hesibandine. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin." 
 
'REXNEYÊN OCALAN DI CIH DE NE'
 
Temellî, bal kişand ser rexneyên Ocalan û wiha berdewam kir: "Rexneyên Birêz Ocalan di cih de ne. Ji ber ku du aliyê vê meseleyê hene. Aliyekî wê yê muzakereyan e. Milê din rêveberiyên herêmî ne. Ez jî wekî sazumankarekî vê partiyê tev li rexneyên têkildarî muzakereya demokratîk dibim. Ji ber ku di milê muzakereyan de bi qasî tê xwestin me gav neavêt. Ev îro bêtir zelal diyar dibe ku bi qasî tê xwestin me gav neavêtiye. Me bêvajo baş ne nirxandiye. Me baş pêvajo demokratîk nekiriye. Ji bo pêşerojê xebatên me yên bi vî rengî hene. Em qala îtîfaqa demokrasiyê dikin. Min berê jî qala Îtîfaqa demokratîk kiribû. Em ê Tirkiye biguherînin. Ji bo vê yekê pêdivî bi îtîfaqa demokratîk heye. Di meseleya demokratîkbûna herêmî de jî rexne di cih de heye. Li Tirkiye di mijara şaredariyê de pergala vesayetê tê avakirin. Her tiştî dixwazin bi navendê ve girê bidin. Ev li dijî demokrasiyê ye. Di vî milî de tecrûbeyên me hene. Lê heta em demokratîkbûna herêmî baş pêş nexin em nikarin Tirkiye demokratîk bikin. Di xebatên pêş me de em şaredariyê tenê bi xizmeta şaredariyê bi sînor nakin. Em ê perspektifa demokratîkbûna Herêmî jî bigirin dest. Em ê demokratîkbûna herêmî li cihê wê ava bikin. Çawa qanûna bingehîn ji bo me giring e meseleya demokrasiyê jî wisa girîng e. Birêz Ocalan herî zêde li ser Lihevhatina Civakî radiweste. Ev rêya aştiya civakî ye. Ji bo aştiya civakî pêş bikeve divê berî her tiştî Lihevhatina civakî pêş bikeve. Em ê aştiya civakî û li hevhatina civakî pêş bixin. Ev ji bo me gelek girîng e. "
 
'DIVÊ HEMÛ RÊ Û DERÎ LI OCALAN BÊN VEKIRIN'
 
Temellî, herî dawî xwest hemû rê û derî li Ocalan bên vekirin û wiha bi dawî kir: "Divê hemû qanal û derî li Ocalan bên vekirin. Divê qanal  li rêxistin û saziyên civakê bên vekirin ku karibin xwe bigînin Ocalan. Divê rêyên siyasateê jî bên vekirin û siyasetmedar jî xwe bigînin Ocalan. Hevditin nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. 
 
MA / Selman Guzelyuz - Sadiye Eser