Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê serdema çûyî Selahattîn Demîrtaş, di dadgeha îro dewam kir de got: “Dozgerên derbaê min de fezleke amade kirin, niha ji cemaetê girtîne. Wê demê jî cemaetê hez ji me nedikir. Lê hez ji kî dikir? Mînak pir hez ji Bînalî Yildirim dikir.” 

Rûniştina duyemîn a danişîna doza sereke ya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê serdema çûyî Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaza 142 salan tê darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dewam kir. Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. Wekîlên HDP’ê Mahmût Togrûl, Huseyîn Kaçmaz, Îmam Taşçier û Nûsrettîn maçin danişîna Demîrtaş şopandin. 
 
Danişînê bi parastina Demîrtaş dest pê kir. Demîrtaş di parastina kir de wiha got: “Dozgerên di sala 2010’an de fezleke derbarê wan de amade kirin, dûre ji kar hatin avêtin û girtin. Gelo dibe ku ev tesaduf be? Personelên ewlekariyê yên girêdana wan bi Cemaetê (Cemaeta Gulan) ve heyîn ên li Ewlekariyê, li edliyê bi dozgerên têkiliya wan bi hevre heyîn re, dixebitîn. Dema ku di sala 2012’an de van li dijî me komplo ava dikirin û me jî hewl dida em wan deşîf re bikin de, em dibûn hedefa cemaetê.”
 
‘CEMAET GELEK HEZ JÎ BÎNALÎ YILDIRIM DIKE’ 
 
Demîrtaş di dewama parastina xwe de wiha bilêv kir: “Hem baweriya me bi serdestiya hiqûqî dihat û hem jî me didît ku Cemaeat çawan gav bi gav hewl dida di burokrasiya dewletê de cih bigire. Û me ev jî bi dengek bilind di anî ziman. Li sahê me bertekên hin walî, midûriyetên polîsan û hin kesên nêzî Cemaetê yên di parlamentoyê de yên li dijî xwe didîtin. Em dizanîbû li hemberî me bi bertekin. Wê demê Cemaetê hez ji me nedikir. Wê demê jî cemaetê hez ji me nedikir. Lê hez ji kî dikir? Mînak pir hez ji Bînalî Yildirim dikir. Bînalî Yildirim ê ku derbarê min de bêbextî kir. Bînalî Yildirim ê derbarê min de dibêje ‘Ji ber ku bû sedema mirina mirovên bêguneh hat girtin’ ji dîn û îmanê derketiye. Siyasetmedarên ku derdikevin pêşberî kamerayan û derbarê kesekê ku pêvajoya darizandina wî dewam dike de, bêbextiyan dikin, raste cemaetê ji wan pir hez dikir.”  
 
‘JI BER KU CEMAETÊ REXNE DIKIM, HIN KESÊN DINAVA AKP’Ê DE JI MIN ACIZIN’
 
Demîrtaş, derbarê axaftinên xwe yên têkildarî pêvajoyên derbeyên 12’ê Îlon û 28’ê Sibatê kirin de parastin kir û wiha got: “Dozger di vê fezlekê de û di fezlekeyên duh amadekiribûn de naveroka axaftinên min berevajî kirine. Fezlekeye bi rêbazê cemaetê hatine amedekirin. Wê demê dozgerên cemaetê amade kirine. Îro jî dozgerên AKP’ê amade dikin. Ez dixwazim hemû raya giştî ya Tirkiyeyê vê rastiyê baş zanibe. Ji ber ku bi salene cemaetê rexne dikim, hin beşên dinava AKP’ê de ji min aciz û bi bertekin.
 
Danişîn, bi parastina Demîrtaş dewam dike.