Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in

img

AMED – HDP, DBP, KCD ji bo nirxandina pêvajoya siyasî li Amedê kom bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di civînê de axivî û got: “Li Tirkiyeyê hêza pêşeng a azadî û demokrasiyê kurd in.” 

 
Rêveber û pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo pêvajoya siyasî binirxînin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê kom bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Ayşe Acar Başaran, Tayîp Temel û Murat Sarisaç, endamên MYK û PM’ê yên DBP’ê û HDP’ê, rêveberên KCD, hevserokên Rêxistinên HDP’ê beşdarî civînê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di civînê de axivî. 
 
‘HÊVIYÊN AZADIYÊ MEZIN BÛN’ 
 
Aslan bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat bibîr xist û got: “Pêvajoya berxwedana grevên birçîbûnê ji bo me bi serkeftî derbas bû. Berxwedana çalakgeran hêviyên me yên azadî û dihatûyê xûrt û mezin kir. Bawerî da me û hêvî li hêviyên me geş zêde kir.” 
 
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ NEFESEK REHET SITEND’ 
 
Arslan da zanîn ku 4 sal in pêvajoyek dijwar li Tirkiyeyê diqewime û wiha domand: “Hêj pêşiya siyaseta demokratîk venebûye. Tenê îktîdar li hember berxwedana me qels bûye. Neçar ma kur ê li ber hevdîtina serokatiya me vebike. Ji bo pêşîvekirina siyaseta demokratîk û nefest sitendina Tirkiyeyê tenê siyaseta kurd rehet nebû, di heman demê de van hevdîtinan kir ku siyaseta Tirkiyeyê jî nefes bistîne.” 
 
'ME BEDELÊN GIRAN DAN’ 
 
Arslan anî ziman kul i Tirkiyeyê tekane aktöre ku dikaribe çareseriya demokratîk li pêş bixe û lihevhatina civakî pêk bîne Ocalan e û di vê mijarê de barek giran dikeve ser milê siyaseta kurd û ji ber pêvajoya giran gelê kurd di çar salên dawî de bedelên gellek giran dan. Arslan got: “Ji bo vê yekê di heman demê de di serî de li hember Birêz Ocalan û gelê xwe xwerexne dikin.” 
 
‘DIVÊ GOTINÊN OCALAN BIKEVIN MERIYETÊ’ 
 
Arslan destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin feydeya wê ji bo aştiya Tirkiyeyê nîne û wiha dewam kir: “Ji ber ku AKP tiştek wad bike nabîne, şer, tecrîd û aloziyê dixe rojeva gelên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêk bi şeklê demokratîk bê çareserkirin û aştî pêk were divê gotinên Birêz Ocalan bikevin meriyetê û ji bo aştî û demokrasiyê bên xwedî kirin. Lazim e AKP demildest dawî liv an polîtîkayên xwe yên alozî û şer bîne.” 
 
‘HÊZA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ KURD IN’ 
 
Arslan bal kişand ser hilbijartina Stenbolê û got: “Em li dijî zilma AKP’ê û faşîzmê dengê xwe didin namzetên alternatîf. Ne ji bo ku CHP ji AKP’ê baştire. Ji berk u AKP polîtîkayên tunekirinê li dijî me pêk tîne. Dengê em ê bidin CHP’ê ji bo piştevaniya pêşketina aştiyê ye û xizmeta ji bo azadî û demokrasiya Tirkiyeyê re ye. Ji bo em alîkariyê bidin çareserkirina pirsgirêka kurd. Em carek din dibêjin ku li Tirkiyeyê hêza pêşeng aa azadî û demokrasiyê kurd in.”