HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû

img

STENBOL - Alîkarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş, diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de desthilatdarî têk bir û got: “Ger em Stenbolê qezenc bikin emê Tirkiyeyê qezenc bikin. Ji ber vê em bang li hemû hilbijêrên xwe dikin ku deng dibin Ekrem Îmamoglû.”

 
Alîkarê Heserokê Giştî û Berpirsê Çapemeniyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş, hilbijartina Stenbolê ya dê di 23’ê Hezîranê bê nûkirin de axivî. Bariş, bal kişand ser aştiya civakî, welatek hevpar û komara demokratîk û wiha axivî: “Ji bo em karibin vê yekitiyê ava bikin, em ketina nava seferberiyek mezin. Em bang li hilbijêrên xwe dikin ku dengê xwe bidin namzetê demokrasiyê Ekrem Îmamoglû.”
 
‘EMÊ BARÊ ŞER QEZENC BIKIN’
 
Bariş, diyar kir ku wan xwe bi stratejiya “Li Kurdistanê qezenc bike û li roja bide windakirin” ji bo 31’ê Adarê amade kirin û wiha got: “Li ser vî esasî me qezenc kir. Pêngava me ya din jî qezenckirina Stenbolê ye. Ji ber ku ev der ya me ye. Ev bajar ya gelan, karkeran, kedkaran, jinan, ciwan, ol û zimanan e. Ev der barê çeng û têkoşînê ye. Di 31’ê Adarê de me keleha berxwedanê Amed qezenc kir û emê niha jî bajarê çeng û têkoşînê qezenc bikin. Em girseya xwe ji bo vê amade dikin.” 
 
‘EMÊ DENG BIDIN ÎMAMOGLU'
 
Bariş, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji bo avakirina aştiya civakî, welatek hevpar û komara demokratîk, em xebatan bi rêve dibin. Em ê tu carî dengên xwe nedin namzetên ku li gorî van nirxan tevnagerin. Piştî hilbijartina 31’ê Hezîranê qeyûm tayînê  Şaredariya Stenbolê kirin. Gelek caran me ev rewş jiya. Herî dawî qeyûm tayînê 6 şaredariyê me qezenc kiribûn, kirin. Ji be vê bêhiqûqiye mezin heye. Girseya me di van mijaran de pir hesase. Em baş dizanin ku ev hilbijartin, ji bo sererast kirin Tirkiyeyê. Ji bo vê emê qezenc bikin. Ji ber ku namzetê demokrastiyê heye. Ji bo demokrasiyê emê bidin Îmamoglû.”
 
MA / Ferhat Çelîk