Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi parêzeran re civîya, diyar kir ku tevî hemû kêmasiyan jî wan di 24’ê hezîran û di 31’ê adarê de karekî baş kirin. Temellî, anî ziman ku desthilatdariya heyî bi bloka faşîst li ser pêyan dimîne û got: "Rêya têkbirina bloka faşîst, di têkoşîna hevpar re derbas dibe."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Komeleya Çandê ya Samatyayê ku li navçeya Fatîh a Stenbolê ye, bi parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re taştê xwar. Di taştê de Temellî got ku bê têkoşîna hevpar re ew dikarin bloka faşîst têk bibin.
 
Sezaî Temellî ji hiqûqnasan xwest ku bi taybetî di pêvajoyên hilbijartinê de bi rola xwe rabin û wiha domand: “Bi keda we, hem 24’ê hezîranê hem jî 31’ê adarê di hilbijartinê de me karekî baş kir. Kêm jî be me karên ne li rê asteng kir. Ne pêkan e ku bi temamî ji holê bê rakirin. Mînak li Şirnexê hûn çi bikin jî di hilbijartinê de nikarin bi ser bikevin ji ber ku ew dever veguherandine garnîzonê. Em girîng dibînin ku bi ser vê bêhiqûqiyê ve diçin. Ev yek jî bi saya we dibe.”
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di berdewamê de jî Temellî diyar kir ku bi grevên birçîbûnê re dibe ku serdema herî girîng a dîroka Tirkiyeyê derbas bû û wiha pê de çû: “Krîtîk û girîng bû. Bi saya berxwedanê dengê Ocalan hate bihîstin. Mûxatabê herî krîtîk e û rola wî girîng e. Bi tecrîda mutleq bêhiqûqiya herî giran lê hatiye kirin. Li Tirkiyeyê bêhiqûqiyê rê li ber bandora domîno vekiriye. Li kuştina jin û kedkaran binêrin; her devera Tirkiyeyê kirine goristan.”
 
RÊYA TÊKBIRIAN FAŞÎSMÊ
 
Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di nava 25 salan de rewşa bajar û dîrokî ya Stenbolê ji holê rakirin. Dema ku balafirgeha sêyemîn ava kirin daristanên bakur tune kirin. Desthilatdariya heyî bi bloka faşîst li ser pêyan dimîne. Rêya têkbirina bloka faşîst jî têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariyê ye.”