Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune

img

BALIKESÎR  - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Burhaniye ya Balikesîrê bi gel re hat cem hev û diyar kir ku AKP xweza talan kir û wiha got: "Ma Çiyayên Kaz cihê madenvanî ye. Madenvanî çawa li vir tê kirin?  

Hurmeta wan ne ji xwezayê û ne jî ji welat re heye. Wê bêjin piştî me tûfan e û yên din hemûyan înkar bikin." 
 
Xebatên HDP'ê yên hilbijartina 31'e Adarê berdewam dikin. Li milekî hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li milekî hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî gera xwe berdewa dike. Li milê din jî hemû namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê li bajar û navçeyên bûne namzet buroyên hilbijartinê vedikin, esnafan ziyaret dikin, li tax û gundan digerin û bi gel re tên cem hev. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, jî li navçeya Burhaniye ya Balikesîrê di çarçoveya xebatnên hilbijartinê de bi gel re hat cem hev. 
 
Temellî, li ketina navçeya Burhaniye ji aliyê dehan maşîne ve hat pêşwazîkirin. Dema karwana maşineyan ket nava bajar, gel li ser kolan û eywanan karwana HDP'ê silav kir. Temellî li ber buroya hilbijartinê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Girseya kom bû li ber muzîkê govend gerand û alên HDP li ba kirin. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Namzetên HDP'ê Yurdanur Guven û Alî Kenanoglu endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'ê ji tev civîna gel bûn. Girsê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Leyla  gel e, bila tecrid rabe". "Bila tecrîd rabe, Leyla Guven bijîn." 
 
KOÇYÎGÎT: BI SÊVAN ZAROKÊN ME KUŞTIN
 
Ewil Namzetên Hevşaredariyê yên Balikesirê Yurdanur Guven û Ali Kenanoglu gel silav kirin. Piştre Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît hîtabî gel kir. Kiliç, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê  129 rojin di greva birçîbunê de ye. Îro dîsa salvegera Halepçe ye. Bi bêhna sêvan zarok û jinên me qetil kirin. Tenê sedekem komkujiyê hebû. Ew jî jiber kurd bûn. Îro jî nasnameya gelê kurd li Tirkiye, Iraq û Sûriye di bin lêpirsînê de ye. Îktîdar kurdan terorize dike. Lê em Kurdun, Turkun, Çerkezin, Ermenî ne. Em milyon in. Em gel in. Tu kes nikare şavên vî gelî bişkîne." 
 
Koçyîgît, ani ziman ku îktîdar qet dersê ji dîroka vî welatî dernaxe û wiha got: "Li vî welatî komkujiyên Mereş, Çorum, Gazî pêk hatin. Lê wekî ku qet ev komkujî pêk nehatibin di axive. Di 8'ê Adarê de ji ber ku jin meşiyan îftîra avêt. Bêbextî kir. Ez li wir bûm, tu kesî li dijî esanê bertek nîşan nedaye. Nefîkandine. Jinan bertekên xwe li dijî barikat û polîsan anîn ziman. Em dê hemû şaredariyên li Kurdistanê ku qeyûm tayîn kirine dîsa paşve bistinin." 
 
'DÎROKA VÎ GELÎ DÎROKA KOMKUJIYAN E'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî gel silav kir û kesên di 16'ê adarê de li Halepçe jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Temellî, anî ziman ku dîroka vî gelî dîroka komkujiyan e û wiha got: "Heta ku em van komkujiyan qebûl nekin gel dê rastî komkujiyên nû bên. Em ê hesabê van komkujiyan bipirsin. Ger ku heta niha me ji nijadperesti û faşîzmê re negotibe raweste ev şerma hemû kesan e. Em dê bi hevre li dijî nijadperestiyê rawestin. HDP li dijî cudakarî, nijadperestî, faşîzm û nifrînê bang li her kesî dike ku bên cem hev û li hev kom bibe. Li vî welatî 72 gelên nasnameya wan cuda heye. Baweriya wan cuda heye. Em bang li tevan dikin ku li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin. 
Niha îktîdar HDP'ê dike dijmin û kesên deng didin HDP'ê jî wekî "terorist" pênase dikin. Ger ku dengên HDP'ê heram be hûn çima dengê HDP'ê dixwazin. Li her dere bê hiqûqî û bê edaletî heye. Rêzdar Leyla Guven li dijî tecridê 129 rojin di grevê deye. Em ji vir dengê xwe bidin dengê wê. Rewşa bi sedan girtiyan di asta krîtik de ye. Em daxwazin tu hevalên xwe winda bikin. Em carek din bang li wezareta dadê dikin. Divê hiqûqê pêk bîne. 
 
 
Temellî, bal kişand ser talankirin û wêrankirina îktîdarê ya xweza, bajaran û wiha got: "Bajar xera kirin. Bajar xistin halê ku nayên naskirin. Niha li vir Çiyayê Kaz talan dikin. Dê li vir madenvaniyê pêk bînin. Ma cihê ku madanvanî lê bê kirin e? Hurmeta wan ne ji xwezayê re û ne jî ji pêşeroja welat re heye. Dibêjin pişti me tufan e. Em dibêjin me ji peşiyên xwe xwezayek pak girt û em xwezayek par pêşkêşî neviyên xwe bikin." 
 
Temelli, anî ziman ku îro li vir buroyê vedikin û dêbi hevre ve tariyê ji ser xwe bavêjin û bi ser bikevin. 
 
Temellî, piştî axaftinê buroya hilbijartinê ya HDP'ê vekir. Temellî ji bo tev li mîtînga Manîsa bibe ket rê.