Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin

img

SÊRT – Namzetê HDP’ê yê Hevaşredariya Mêrdînê Ahmet Turk li Navçeya Misircê beşdarî hevdîtina gel bû û ji bo qeyûman got: “Siwar hatin û wê peya biçin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navçeya Misircê ya Sêrtê hevdîtina gel li buroya hilbijartinê pêk anî. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş, Namzetê HDP’ê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahme Turk, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Misircê Esmer Baran û Baran Akgul û bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bû.
 
‘GELÊ KURD WÊ XWEDÎ LI MAFÊN XWE DERKEVE’ 
 
Ahmet Turk di hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku gelê kurd di pêvajoyek dijwar a têkoşîna azadiyê de derbas dibe û got: “Ji bo deng û rengê gelê kurd bibirin serî li her rêbazî dan û lê didin jî. Armanca wan ew e têkoşîna kurdan roj bi roj biqedînin. Lê tevî vê yekê jî gelê kurd ji bo têkoşîna azadî û aştiyê bedelên giran da. Ew çi dikin bila bikin ji bo siberoja gelê kurd û têkoşîna azadî û aştiyê em ê xwe li ser piya bigirin. Îktîdar tişek ku di warê aborî û siyasetê de ji gel re bêje nemaye. Ji bo vê yekê jî dijminahiya gelê kurd dikin. Siyaseta xwe li ser dijminahiya gelê kurd birêve dibin. Wê gelê kurd xwedî li xwe, mafê xwe û siberoja xwe derkeve.” 
 
‘EM XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN’ 
 
Turk bi bîr xist ku dê roja 31’ê Adarê hilbijartin pêk were û wiha domand: “Ev hilbijartinek herêmî ye. Lê hilbijartinê anîn nokteyek wisa ku veguherî referandûmê. Wê bi vê hilbijartinê ya dê dengê gelê kurd bibirin û yan jî wê gelê kurd bersiva herî mezin bide wan. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Em ê bersiva wan bidin. Em ê siyaseta qeyûm protesto bikin û xwedî li îradeya xwe derkevin.” 
 
‘SIWAR HATIN Û WÊ PEYA BIÇIN’ 
 
Turk da zanîn ku roja 31’ê Adarê roja têkoşîna rûmet û şerefê ye û wiha got: “Ewilî em xwedî li xwe derkevin. Ji bo me şaredarî pirr ne girîng e. Jixwe em ê her tim di xizmeta gelê xwe de bin. Lê ya girîng ji bo me ew e em xwedî li siyaset û rûmeta xwe derkevin. Lê tevî ewqas zilm, zext, girtin û kuştin em baş dizanin ku wê gelê me xwedî li îradeya xwe derkevin û dengê xwe bilind bike. Çavê hemû dinyayê li ser têkoşîna gelê kurd e. Piştî van qeyûman wê gelê kurd bersivek çawa bide. Ji bo vê yekê em bi şev û roj bixebitin. Ev qeyûm jî siwar hatin û wê peya biçin.”