Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine

img

QERS - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildari xebatên hilbijartinê li gelsê bi gel re hat cem hev. Buldan, bal kişand ser namzetên AKP- MHP’ê û got: “Yên dengê xwe bidin namzetên AKP-MHP'ê dê dengê wan biçe çopê. Gelê Qersê dê namzetên wan bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqee. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê bi gel re hat cem hev. Buldan, li Qersê tev li şahiyek gel bû û bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Bi sedan kes di şahiyê de hatin cem hev û pankarta  "Em ê bi hev re serbikevin”  rakirin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen û Şevin Alaca û hevserokên HDP'ê amade bûn. Di şahiyê de namzetên Qersê Ayhan Bilgen û Şevin Alaca axaftinek kurt kirin û gel slav kirin. Şevin Alaca, diyar kir ku ew dixwazin qedera Qersê biguherînin û xwest ku her kes li sendoqan xwedî derkevin. Ayhan Bilgen jî anî ziman ku ew di 7'ê Hezîranê de bi ser ketin û wiha got: "Em dê vê serkeftinê diyarî Dayika Berfo bikin. 
 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku bi hezaran salin bi dehan nasname li vir bi hevre jiyane û wiha got: "Bajarê Qersê dişibe HDP'ê. Hemû nasname bi hevre di nava hevde dijîn. Me li rêyan û kolanan nearîe ji koncal, çahl û heriyê mirov nikare derbas bibe. Gelê Qerse dê vê feraseta koncalm, çahl û heriyê bi Ekspresa Rojhilat bişîne Enqereyê. WEzîrê Ragihandinê yê AKP’î ji Qersê ye. Ez ji wî wezîrî dipirsim. Ma we qet ev bajar nedît. Nizanin gelê me li vir çawa dijî. Naxwazin van çal û koncalên Qersê bibînin. Li vir 400 trilyon deyn li pey xwe hiştine. 1.5 trilyon deynê çikolata û kahve li pey xwe hiştine. Dema gelê me di nava çahl û heriyê re dimeşin ew li cihê xwe kahwe û çîlolata dixwin. Keyfa xwe dikin. Gelê me dê di vê hilbijartinê de bersîv bidin û wan bişinin. 
 
'DESTÊ JINÊ DÊ BIGÊJE QERSÊ' 
 
Buldan bal kişand ser namzetên Hevşaredariyê Ayhan Bilgen û Şevîn Alaca û wiha got: "Bîlgen mirovekî bi wîcdan e. Rêya wî vekirî ye. Em de wekîlekî winda bikin. Lê ji bo me qers pir girîng e. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin qersê. Êdi namzeta jin heye. Jin dê raste rast biçin pirgsirêkên xwe ji Hevşaredar Şevin bipirsin. Êdî destê jinê dê li Qersê tev li şaredariyê bibe. Hûn dê pirsgirêkên xwe ji hevşaredarên xwe re bêjin. 
 
Buldan, bal kişand ser komkujiyên Beyazıt û Halepçe û wiha got: "Yên ku komkujî pêk anîne em qet wan efo nakin. Teqez em dê hesabê hiqûqî ji wan bipirsin." 
 
Buldan, piştre ji bo biçe Kaxizmanê ket rê.