Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye

img

RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Pirsûsê xitabî welatiyan 5 caran di GBT’ê derbas bûn û bi bariyeran pêşiya wan hat girtin, kir û ev pirs ji polîsan kir: “Ger we wê rojê wisan tedbîr bigirta, komkujî pêk ne dihat. Ger we malta Şenyaşar biparasta, nedihat qetilkirin. Gelo hûn li ku derê bûn?” 

 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya, xebatên hilbijartinê de, li navçeya Pirsûsa a Rihayê xîtabî gel kir. Temellî yê li taxa Alîgar bi coşek mezin hat pêşwazîkirin, bi konvoyek qerebalix re, derbasî navenda navçeya Pirsûsê bû. Konvoya HDP’ê li her derê rastî eleqeyê hat û welatiyan bi nîşaneya serkeftê HDP’î silav kirin. Hevdîtina gel li Cadeya Ziyaretê hat lidarxistin. Ligel hemû astengiyên polîsan jî, Pirsûsî li qadê kom bûn, bi cilên xwe yên herêmî û alên HDP’ê qad xemilandin. Parlementer û rêveberên HDP’ê, Serokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan beşdarî hevdîtinê bûn. 
 
Nemzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Pirsûsê Hatîce Çelîk û Abdullah Kayar, dest pê kê gel silav kirin. Hatîce Çelîk axaftinek kurt kir û got: “Em ji bo demokrasî, aştî û azadiyê tên.” 
 
'HÛN SÛC DIKIN’
 
Dûre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, xîtabî welatiyan kir û wiha axivî: “Min li vê derê silava da  Pirsûsiyan, lê Pirsûsî ne li vê derêne. Pirsûsî  pişt bariyeran hiştin. 5 caran gel di kontrola GBT’ê re derbas kirin. Çapemeniyek biyanî we re vir, dê wisan zen bike ku em ji polîsan re mîtîngê li dar dixin. Yên van fermanan pêk bînin jî sûc dikin. Saziyên ji bo ewlekariya gel hene, divê ewlekariya gel biparêzin, ne ku ji bo xebatên hilbijartina desthilatdariyên xebitandin. Rojek zû ne yek dereng bêguman dê hiqûq were vî welatî. Hûnê hemû bên darizandin. Hûn pewirdarên çemawerîne, tenê peywira xwe bikin. Ev desthilatdar ji derveyî zext û tundiyê tiştek din nade gel. Ev desthilatdar, zen dike ku dê li ser  dijminantiya Kurdan, desthilatdariya xwe  ya Qesrê bi rêve bibe. Berî her tiştî pêdiviya vî welatî bi aştiya civakî heye. Çi dikin bila bikin, tişta ji destê wan tê bila bikin, lê bila vê yekê jî baş zanibin, emê tu carî dest ji komara demokratîk bernedin.” 
 
'VA YE TU DIÇÎ’
 
Temellî, anî ziman ku wan kumkujiya Pirsûsê ji ber ne kiriye û wiha bilêv kir: “Ger wê rojê tedbîrên ewlekariyê hebûna, komkujî pêk ne dihat. Dinava  sê rojan de xwekuj li nava navçeyê digere. Gelo wê rojê tu li ku bûyî? Me malbata Şenyaşar jî ji bîr nekiriye. Ger we wê rojê ewlekarî bigirta, komkujî pêk ne dihat? Ma hûn li ku derê bûn? Emê hesabê komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên din, ji desthilatdariyê bipirsin. Ji me re dibêjin ‘ji welat herin.’ Em li vê derê ne, lê vaye tu yê biçî. Tu yê van qeyûman jî bigirî ba xwe û biçî. Emê li her derê rekora dengan bişkînin. Dibêjin ku em li Pirsûsê ji sedî 60-65 digirin. Na, têrê nake. Emê vê carê li Pirsûsê ji sedî 90 bigirin. Emê bi awayekê pir vekirî, peyama xwe ji Enqerê re bişînin.”
 
Temellî, da zanîn ku li welat pirsgirêka beka tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tekane pirsgirêka vî welatî hûnin. Em hêviya vî welatî ne. Di sindoqên 31’ê Adarê de, dê HDP debikeve, hêvî derbikeve û serkeftin derbikeve.”